Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin 2024-02-19 13:14:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku ji ber barîna berfa zêde ya li bakurrojhilatê Efxanistanê hezaz çêbûye û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Hate aşkerekirin ku ji ber barîna berfa zêde ya li bakurrojhilatê Efxanistanê hezaz çêbûye û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.    Waliyê Nûristanê Qarî Habîbûllah Sabir diyar kir ku piştî barîna berf û barana zêde ya li herêma Tatîn Dara a navçeya Norgaramê di saetên şevê de roja yekşemê hezaz çêbûye û da zanîn ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarok û jin jî hene.    Di encama hezazê de herî kêm 20 xanî an hilweşiyan an jî xesareke giran gihiştê.    Berdevkê Saziya Afetê ya Navnetewî ya Efxanistanê Mûllah Janan Saeq anî ziman ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.