DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da 2024-02-19 16:46:16   MÊRDÎN - DEM Partiyê bal kişand bikaranîna madeyên hişbirê û zêdebûna fihûşê ya li Nisêbînê û diyar kir ku li dijî vê tora ciwan û jin dorpêç kiriye dê têkoşîna xwe bidomînin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Nisêbînê li dijî bikaranîna madeyên hişbirê û zêdebûna fihûşê ya li navçeyê, li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Rêveberê DEM Partiyê Mehmet Emîn Alkan ê daxuyanî xwend, diyar kir ku bikaranîna madeyên hişbirê û zêdebûna fihûşê ya li navçeyê ji polîtîkayên dewletê ne serbixwe ye û wiha got: “Dînamîkên bingehîn ên vê axê jin û ciwan in. Lê ev dînamîk ber bi çirava fihûşê û bikaranîna madeyên hişbirê ve tên kaşkirin. Di serdema ku madeyên hişbirê û madeyên weke wê dora mirovên me weke torekê dorpêçkirî de em ê weke DEM Partî têkoşîna xwe bidomînin û tişta ji destê me bê bikin.”