Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin 2024-02-19 17:02:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan, Riha û Stenbolê bernamzetên şaredariyên yên DEM Partiyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hezaran kes tev li vekirinên buroyan bû û peyama “şandina qeyûman” dan.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31'ê adarê de, li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekir, ji bo namzetên şaredariyan, çalakiyên pêşwazîkirinê li dar xist. Hezaran kes tev li vekirina buroyên bûn.    WAN   Li navçeya Erdîşa Wanê yekem buroya hilbijartinê hate vekirin. Sedan kesên di têketina navçeyê de kom bûne, bi dahol zirneyê govend gerandin. Girseya ku namzet jî tê de bû, konvoyeke mezin ava kir. Welatiyên li derdor bi rakirina destan û çepikan, ajokaran jî bi lêdana kornayan, konvoyê pêşwazî kirin. Piştî tura konveyê li pêşiya buroyê hezaran kes kom bûn.     Namzeta Hevşaredariya Erdîşê Guler Temel anî ziman ku bi hincetên vik û vala qeyûm li şaredariyên wan hatine tayînkirin û wiha axivî: “8 sal in ku şaredariyê bi destê qeyûm kontrol dikin. Tehemûla wan ji bo dareke ku hevalên me çandine jî tune. Çi hebe hewl didin ji wê derê rakin. Gelek mirovan ji kar avêtin û wan bêaş hiştin. Karê xebitîna înşaetan li ciwanan rewa dîtin. Ev ne çarenûsa me ye.”    Hevşaredar Baran Bîlîcî jî da zanîn ku ew ê di hilbijartinê de bi ferqeke mezin bi ser bikevin û got: “Em ê partiya desthilatê bikin partiya tabelayê. Ew dema ku xebata hilbijartinê dikin dibêjin ‘Em ê we ji qeyûman xelas bikin’. Heke hûn biçin, em ji her tiştî xelas bibin. Em ê ji her derê re xizmeteke wekhev bibin.    Namzetê Hevşaredariyê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî wiha got: “Em ê Şaredariya Erdîşê bistînin, qeyûm bişînin. Ev qade mizgîniya rizgariya hevalên me yên li sirgunê, dide me. Hevalên me di girtîgehan de dîlgirtî ne. Gelê me tim li partiya xwe, li îradeya xwe xwedî derdikeve. Ev qad mizgîniya azadiya Rêberê gelê kurd jî dide. Li ser Rêberê vî gelî, ev 3 sal in tecrîdeke bêhiqûqî, bêexlaqî heye. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Pêdiviya civakê aştî ye. Me vê yekê jiya û me tecrube kir. Dema ku tecrîda ser birêz Ocalan redibe, hêviya aştiyê çêdibe. Ji ber wê tecrîdê rakin, deriyên Îmraliyê vekin, aştiya civakî pêk bînin.”   Hevseroka DEM Partiya Wanê Gulşen Kurt ev tişt anî ziman: “Em ê di hilbijartina 31’ê adarê de kilîdên deriyên zindanan bişkînin. Em ê îradeya gelê kurd nîşanî wan bidin. Em ê qeyûman bişînin li malên wan.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha got: “Bila AKP’î baş bizanibin ku ev ax, axa Kurdistanê ye. Dê gelê Erdîşê li dijî vê dijminatiyê serê xwe netewîne.”    Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê û namzetên hevşaredariyê, bi coşeke mezin buroya hilbijartinê vekirin.    RIHA   Rêxistina Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê, namzetên hevşaredariyê yên bajêr û navçeyan, bi awayeke girseyî pêşwazî kir. Namzetên hevşaredariyê yên duh li Enqereyê tev li bernameya danasînê bûne, vegeriyan bajêr. Namzetên ku di têketina bajêr de bi sedan wesayîtan hatin pêşwazîkirin, bi girseya kom bûyî re di nava bajêr de tur avêtin. Berî ku tur were avêtin namzetên şaredariyê di qadeke li taxa Badîllî ya navçeya Karakopruyê gel silav kirin. Parlamenterên bajêr Omer Ocalan, Mîthat Sancar û Dîlan Ayan Kunt, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên demokratîk ên civakî û gelek welatî tev li pêşwazîkirinê bûn. Bernameya pêşwazîkirinê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.    Piştî hevserokên DEM Partiyê û DBP’a bajêr gel silav kirin, Parlameterê DEM Partiyê Mîthat Sancar destnîşan kir ku Meşa Azadiyê berdewam dike û wiha axivî: “Riha di hilbijartinên herêmî de ji bo çareseriya demokratîk dê bi awayeke xurt îradeya xwe dane holê. Em ê feraseta revberiyeke mînak a xwecihî bi Tirkiyeyê bidin qezenckirin. Em ji bo ku feraseteke demokratîk a şaredariyê bi Rihayê bidin qezenckirin tên. Dem dema Rihayê ye.”    ‘JI BO RIHAYÊ DEMA DEMÊ YE’   Piştre Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a DEM Partiyê Gulser Yildirim bal kişand ser girîngiya dîroka Rihayê û got: “Riha axa ku roja me jê hilatî ye. Ji roja me re hezar silav. Ji axên rojê, silav ji girtiyên ketina greva birçîbûnê re. Êdî ji bo Rihayê dema DEM’ê hatiye. Em ji bo ku feraseta tekane ji holê rakin tên. Baweriya me temem e. Em bi gelê xwe bawer in. Zana dibêje ‘Jin azad be, dê civak azad be’, em ji bo azadkirina civakê amade ne.”    ‘ÊM XURTTIR IN’   Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê DEM Partiyê Celalettîn Erkmen jî girseyê bi sê zimanan silav kir û wiha got: “DEM dema me ye. Em êdî ji bo feraseteke takane bi dawî bikin, şûna wê feraseta rêveberiya demokratîk bidin qezenckirin tên. Em ji her dêmê bêhtir xurt in. Em ê bi hev re, li dijî feraseta derveyî demê û me tune dihesibîne, dê şaredariya demokratîk ava bikin. Em rêhevalên ku dibêje ‘An em ê azad bijîn, an jî em ê vê jiyanê wekî ku nehatiye jiyîn bihesibînin’ in. Em bibiryar ku Rihayê bigihînin aramiyê.    Piştî axaftinan di nava bajêr de bi sedan wesayîtan konvoy hate avakirin û tur hatin avêtin. Li her cihê ku konvoy jê derbas bûye, welatî destên xwe rakirin û bi tililiyan piştgirî dan. Konveya bi saetan dom kiriye li pêşiya avahiyê Rêxistina DEM Partiyê ya li Xaçerêya Ûçaksavar a li navçeya navendî ya Xelîliyeyê bi dawî bû.    STENBOL   Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî li navçeya Sancaktepeyê bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz û rêxistinên navçeyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestdan (ESP) Ozlem Gumuştaş, rêxistinên sivîl ên civakî, parazvanên mafên mirovan û gelek welatî tev li aktîvîteya ku coşeke mezin lê hebû, bûn.    Beriya pêşwazîkirinê bi sedan kes beriya çend saetan bi çepik, tilîlî û stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê re govend gerandin. Di govendên ku jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” digerandin de alên DEM Partiyê hatin hejandin.   BI DIRÛŞM Û KULÎLKAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN    Girseya Daniş Beştaş û Çepnî bi çepik, tilîlî û kûlîlkan pêşwazî kir, her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir. Welatiyan li gel stranên kurdî govend gerandin.   KONVOY ÇÊKIRIN    Pişt re girse bi konvoyê bi çepik, tilîlî û hejandina alên DEM Partiyê derbasî navçeya Arnavûtkoyê bûn. Girseya ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya namzetên hevşaredariyê li vir bikin bi rê ket, di tevahiyê rê de bi xistina qorneyan û îşareta serkeftinê hate silavkirin.    MÊRDÎN   DEM Partiyê li navçeya Kerborana Mêrdînê bi coşeke mezin buroya xwe ya hilbijartinê vekir.   Li bajêr beriya vekirinê bi wesayîtan geriya, gelek welatî li qada bajêr hatin cem hev û ji bo vekirina buroya hilbijartinê meşiyan. Di tevahiya meşê de welatiyên derdorê bi çepik û nîşaneyên serketinê piştgirî dan namzetên hevşaredaran.   Parlementerê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, hevserokên DEM û DBP'ê yên Mêrdînê, namzetên hevşaredarên Bajarê Mezin Ahmet Turk û Devrîm Demîr, namzetên DEM'ê yên Şaredariya Kerboranê Asya Gezer û Ramazan Akin û gelek welatî beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn.   Buroya hilbijartinê ji aliyê Dayikên Aştiyê û Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk ve hat vekirin.   Piştî axaftinan li ber def û zurneyê govend hat gerandin.