Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet 2024-02-20 09:04:56   ŞIRNEX - Bahattîn Aktûgê ku li navçeya Basayê saziyên fermî veguherandiye şîrketa malbatê û bi hemû derfetên dewletê 34 sal in şaredarî kiriye, ji bo vê hilbijartina 31'ê Adarê nebû namzet. AKP’ê kurê Aktûg kir namzet.   AKP’ê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê namzetên xwe yên Şirnexê û navçeyên wê eşkere kir. AKP'ê Bîlal Aktûg ji bo navçeya Basa ku bi dengê leşker û karmendan hatibûn veguhestin bi dest xistibû, kir namzet. Aktûg, kurê şaredarê niha Bahattîn Aktûg e. Di heman demê de endamê meclisa şaredariyê ye.    BAV DEWRÎ KUR KIR!   Bav Aktûg ragihand ku ji ber temenê xwe û nexweşînên xwe ew ê ji bo vê hilbijartinê nikaribe bibe namzet. AKP’ê jî rabû kurê wî Bîlal Aktûg wekî namzet nîşan da. Ev rewş wekî "seltenatê" hat şirovekirin. Ji ber ku bav Aktûg 34 sal in li ser şaredariyê ye.   Bav Aktûg ku ji aliyê her kesî ve wekî "Baho Axa" tê naskirin, yek ji cerdevanên yekem ên dewletê ye. Di sala 1985'an de wekî cerdevan ji hemû derfetên dewletê yên li navçeyê sûd wergirtiye û bajar veguherandiye şîrketeke malbatî. Aktûg ku 8 salan cerdevaniya fermî kir, di sala 1990'î de bû şaredarm Basayê. Aktûg 7 serdemên bi piştgiriya dewletê şaredariya navçeyê dike.   Aktûgê ku di her serdemê de bi partiya desthilatdarê re xebitiye, di dema şaredartiya xwe ya 34 salan de hemû derfetên bajêr îstismar kiriye. Bi salan hemû xizmên xwe yên nêz xistie saziyên dewletê. Xizmên Aktûg ku bandora wî bi kar tînin, bi salan e li navçeyê hemû îhaleyan digirin. Her wiha hemû alîkariyên ku ji bajêr re tên kirin di bin destê wan de tên kirin.     Xizmên Aktûg, di heman demê de tiliya wan di texrîbata li Çiyayê Cûdiyê de ye jî. Hin xizmên Aktûg ên bi destê Aktûg li saziyên dewletê hatine bicihkirin ev in:    * Midûrê Perwerdehiya Neteweyî (kurê wî)   * Sercerdevan: Mehmet Aktûg (kurê wî)   * Cîgira Midûra Navenda Perwerdehiyê ya Navçeyê: Kûmrû Aktûg (keça wî)    * Midûra Nexweşxaneya Dewletê ya ENtegreyê ya Navçeyê: Murşîde Aktûg (keça wî)    * Cîgira Midûra YÎBO'yê: Lale Aktûg (bûka wî)   * Cîgira Midûra Dibistana Sereteyî ya Navendê: Seçîl Aktûg (neviya wî)    * Midûrê Dibistana Seretayî ya Ataturkê: Ayhan Aktûg (zavê wî)    * Midûra Mal a Navçeyê: Emîne Aktûg (biraziya wî)   * Midûrê Karên Nivîsan ê Şaredariyê: Zekî Okyar (zavê wî)    * Midûrê Xizmetên Malî yên Şaredariyê: Aydin Şen (xalê wî)   LI QEYMEQAM XISTIBÛN   Aktûg û kurên wî Burhan û Selahattîn Aktûg jî di sala 2004'an de bi lêdana bi kevir û daran ya li Qeymeqam Vûral Karagûl bûbûn rojev. Qeymeqam di vê êrişê de ji serê xwe birîndar bûbû. Lê belê piştî bûyerê der barê Aktûg û kurên wî de tu tişt nehatibû kirin.    Aktûg û xizmên wî yên ku saziyan kontrol dikin, ji salên 1990'î û vir ve zextên mezin li şêniyên bajêr dikin. Bi karmendî, girtina karkeran û alîkariyên tên bajêr gefan li welatiyan dixwin. Ji ber van zextan gelek kes koçî navçeyên derdorê kirine. Kesên ku li dijî "Baho Axa" û desthilatdariya wî radibin bi "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin.    MA / Omer Akin