Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin 2024-02-20 09:45:18   MÊRSÎN - Hunermend Alî Sesal û Ramazan Velîecelîoglû ku yek ji îmzevanên danezana "Em Bibin Dengê Aştiyê" ne, diyar kirin ku ji bo di sedsala nû ya komarê de aştiya civakî pêk bê, divê pêşî pirsgirêka kurd bê çareserkirin.   Nivîskar, derhêner, muzîkjen, rexnegirên hunerê, lîstikvan, wênesaz, dengbêj û akademîsyen jî di nav de ji derdora wêje û hunerê 571 kesan di 7'ê Çileyê de li Amed û Stenbolê bi navê "Em Bibin Dengê Aştiyê"deklarasyoneke eşkere kirin. Di deklarasyonê de ji bo çareserkirina meseleya kurd, rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkanîna aştiya civakî bang li desthilatê hat kirin. Ji îmzevanên deklarasyonê hunermend Alî Sesal û Ramazan Velîecelîoglû destnîşan kirin ku divê di sedsala nû de pirsgirêka kurd bê çareserkirin.   SEDSALA DUYEM Û MESELEYA KURD   Hunermendê şanoyê Alî Sesal destnîşan kir ku banga aştiya civakî her kesî eleqedar dike. Sesal diyar kir ku li welêt ji ber nebûna aştiya civakî pirsgirêkên siyasî, aborî û ekolojîk gav bi gav kûr dibin. Sesal anî ziman ku desthilatdarî veguheriye rejîmeke otorîter û got ku wan ji bo pêşî li vê bê girtin deklarasyon belav kiriye. Sesal destnîşan kir ku divê di sedsala nû ya Komarê de aştiya civakî pêk bê û got ku pirsgirêkên heyî ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd çareser bibin.   GIRÎNGIYA AŞTIYA CIVAKÎ   Sesal wiha axivî: "Neçareserkirina vê pirsgirêkê tê wateya çaresernekirina hemû pirsgirêkên li welêt. Muxatabê vê pirsgirêkê dewlet û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e." Sesal bal kişand ser pêvajoya di navbera 2013-2015'an de û got:  "Ev pêvajoya diyalogê bi awayekî bi dawî bû. Ji ber ku pêvajo bi dawî bû, em nikarin di sedsala nû de welatekî demokratîk, laîk, gelparêz û azadîxwaz ava bikin. Ji bo ev bê avakirin demildest divê pêvajoya çareseriyê ji nû ve bê destpêkirin."   Sesal da zanîn ku desthilat bi salan e li ser pirsgirêka kurd hebûna xwe ava dikin û wiha got: "Ger bixwazin dikarin çareser bikin. Ji ber ku pirsgirêka kurd çareser nabe, pirsgirêkên din jî çareser nabin."   Sesal diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd bê rakirin û girtîgeh bên valakirin û got ku pêwîstiya gelên Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Sesal got: "Hunermend ew e ku ji bo civakê bibe neynik. Avakirina aştiya civakî peywira me ye. Lewma divê em bibin neynik."    ‘DIVÊ HER KES BIBE DENGÊ DEKLARASYONÊ'   Hunermendê Şanoyê Ramazan Velîecelîoglû jî diyar kir ku bi çareseriya pirsgirêka kurd re wê gelek pirsgirêk ji holê rabin. Velîecelîoglu destnîşan kir ku ji bo pêkhatina çareseriya pirsgirêka kurd, divê pêvajoya aştiya civakî û pêvajoay diyalogê dest pê bike û got ku tu fêdeya van polîtîkayên şer û pevçûnê ji gel re tune ye.    Velîecelîoglû bang kir ku ji bo aştiyê û çareserkirina pirsgiêrkan divê her kes bibe dengê vê deklarasyonê.   MA / Ergîn Çaglar