Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike 2024-02-20 15:00:42 ŞIRNEX - Namzetê şaredariyê yê Elkê Kamîl Durmuş ê navê wî tevî polîs û xebatkarên raya giştî, bi diziya 643 mîlyon lîreyan ketibû rojevê, bi riya qeymeqam û rayedarên leşkerî, zextê li eşîrên ku deng nadin wan dikin.    AKP’a ku dixwaze bicihkirina leşker û polîsan şaredariyên bajarên Kurdistanê di hilbijartinan de bi dest bixin, vê carê jî dest avêtin eşîrên ji xwe dûr. Kamîl Durmuş ê ji AKP’ê bûye namzetê şaredariya Elkê, bi qeymeqam û rayedarên leşkerî, zextê li eşîran ku deng nadin wan dikin.    Kamîl Durmûş nêzî desthilatê ye û gelek caran ji saziyên piştgiriya dewletê dikin îhale stendiye. Taybetî jî îhaleyên leşkerî. Durmuş ê îhaleyên barîkat, bariyer û ji bo qereqolan rêyan çêdike, herî dawî bi bi şîrketên malbata xwe re li gel Midûrê Emniyetê yê Elkê, gelek polîs, xizmên xwe, cerdevan û midûrê mal, bi giştî şebekeyeke 19 kesî ve diziya 643 mîlyon lîreyan, ku xistin zimeta xwe hatibû rojevê.    Fikret Durmuş tevî şebekeyekê 643 mîlyon lire dizî kiribû. Hat zanîn ku bavê Fikre Durmuş, Kamîl Durmuş ê ji bo hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an ji AKP’ê bûye namzetê şaredariya Elkê, bi rayedarên dewletê re ser eşîran zext dike û bi ser navê dewletê sozan dide eşîran.