Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin! 2024-02-21 11:11:09   ERZÎNGAN - Hate îdiakirin ku 9 karkerên beriya karesata madenê ya Licikê çend rojan ji bo derzên hatine ferqkirin kontrol bikin ji herêmê re hatin şandin, di encama teqîna dînamîtê de di bin axê de mane. Berdevkê Platforma Hawîrdorê ya Meletiyê Hasan Kay, da zanîn ku gundiyên pê re hevdîtin kirine ev agahî dane.    Di encama hezaza di 13’ê sibatê de li kana madena zêr a li Herêma Çoplerê ya navçeya Licik a Erzînganê de 9 karker di bin axê de man. Xebatên lêgerîna 9 karkeran ji ber rîska hezazê di şeva 19’ê sibatê de hate rawestandin. Astengkirina ketina qada madenê ya ekolojist û hawîrdorparêzan didome. Endamên Platforma Hawîrdorê ya Meletiyê (MAL-ÇEP) serdana navenda navçeyê û gundê Çopler ê 45 malên bi tîpa vîla lê hatine çêkirin kirin û bi malbat û xizmên kesên di bin hezazê de mane re hevdîtin kirin.    Berdevkê Platformê Hasan Kay ê çavdêrî û şahidiniya xwe vegot, diyar kir ku bi karesata di 13’ê sibatê de pêk hat re siyanur ji navçeya Licikê herikî Çemê Firatê. Kaya, diyar kir ku dê zirara vê siyanurê li gelek cihên weke Erzîngan, Dêrsim, Riha, Amed, Iraq û Sûriyeyê bibe û got: “Ev siyanur dê çandinî û jîngehên li van herêman ji holê rake.”   ‘BERGIRÎ NEGIRTIN’    Kaya, bi bîr xist ku li heman herêmê piştî di sala 2022’yan de boriya siyanurê teqiya li herêmê lêkolîn kirin û anî ziman ku wê demê jî li ser hawizê qîr kirin ku divê şîrket bê girtin. Kaya bi bîr xist ku di wê demê de biryarên “ÇED ne pêwîst e” û biryarên “berfirehkirina qadê” der heqê herêmê de hatin dayîn û bi lêv kir ku weke ekolojîst ew îro jî mîna duh balê dikişînin ser xeteriyên gengaz. Kaya, axaftina xwe wiha domand: “Me wê rojê jî got ku siyanur dê bibe pirsgirêk û ev dê veguhere mirinan. Ji ber wê yekê me îşaret bi tiştên vê rojê diqewimin kirin lê bergirî negirtin.”   Kaya diyar kir ku şêniyên navçeyê yên pê re hevdîtin kirin karê sewalkariyê dikirin lê ji ber sewalkarî qediya dest bi xebitîna di madenê de kirin û anî ziman ku ji ber vê yekê gel naxwaze şîrketa ku 6 hezar û 500 kes tê de dixebitin were girtin.    DEM KARKER LI HERÊMÊ BÛN DÎNAMÎT HATE TEQANDIN?   Kaya, da zanîn ku welatiyên ku pê re axivîn ragihandin ku beriya çend rojan derzên lê kane çêbûne hatine dîtin lê tevî hişyariyan bergirî nehatine girtin û welatiyan gotiye ku dema 9 karker diçûn kontrola derzan di encama teqîna dînamîtê de hezaz çêbûye.     ‘DIVÊ EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’    Piştî bûyerê 8 kes hatin girtin. Kaya rexne kir ku berpirsyarên esas nehatine girtin û da zanîn ku yek ji berpirsyarê karesata pêk hatiye namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê AKP’ê Mûrat Kûrûm e. Kaya, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê li madenê rewşeke siyasî heye. Li dijî vê divê civak bi rêxistin be. Partiyên siyasî, hawîrdorparêz, ekolojist divê bikarin bên gelhev û li her derê çalakî û aktîvîteyan li dar bixin. Divê heta ku em vê madenê nedin rawestandin dest ji têkoşînê bernedin.”   MA / Mujdat Can