BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan! 2024-02-21 13:44:46   STENBOL - BMG’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek cihan pankarta “Li dijî tecrîdê rabe ser piyan” daliqand.    Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 35 meh in agahî jê nayê girtin û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya 87 roj in li girtîgehan berdewam dike li semta Okmeydani ya Stenbolê li çîtên parkan û gelek cihên din pankarta “Li dijî tecrîdê rabe ser piyan” hate daliqandin.    ‘EM TECRÎDÊ BI BERXWEDANA XWE YA YEKGIRTÎ HILWEŞÎNIN’    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Stenbolê ya xwedî li bangê derket li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniyek da. ESP’ê li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan banga bilindkirina têkoşînê kir û wiha got: “Werin em têkoşînê bilind bikin. Dorpêça faşîst û tecrîdê bi berxwedana xwe ya yekgirtî hilweşînin.”