Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide 2024-02-22 14:29:19 COLEMÊRG - Li navçeya Geverê bi deh hezaran kes tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li vir axivî û wiha got: “Xelkê Geverê dê li ser sidoqê dersa pêwîst bide wan kesên li Enqereyê dibin gur û tên vê derê dibin kurd.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî hevdîtina bi gel re ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, derbasî Geverê bû. Bakirhan, tev li vekirina buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Cengîz Topel bû. Welatiyên li ser banên mal û karegehan, di pacan û di wesayîtan de nîşaneyên serkeftinê nîşan dan û tililî avêtin. Dema otobûsa hilbijartinê gihiştî cihê buroya hilbijartinê, ciwanan pêtal vêxistin. Bi deh hezaran kes tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn û vekirina buroyê veguherî pîrozbahiyê. Girseyê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Kolan û cadeya buroya hilbijartinê lê bû ji welatiyan tije bûn û piştî rêzgirtinê jî namzetên hevşaredariyê axivîn.    ‘BILA HÊZA GEVERÊ BIBÎNIN’   Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Dema Bakirhan gotî “Gever bajarê berxwedanê ye”, girseyê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî serhildana zindanan” berz kir. Bakirhan, got ku dê di 31’ê adarê de qeyûmên ku dijminên kurdan e bişînin û wiha domand: “Me starta hilbijartinê li Şemzînan û Geverê da. Em baş dizanin bê ka wate û qedrê vê çi ye. Ji ber ku xelkê Geverê mîna Çiyayê Cîloyê serbilind û serfiraz e. Ez Surmî Înce, Denîz Bulbun êl i Hewlêrê bi qeleşane hatiye qetilkirin, Adalet Safali ku di tevahiya jiyana xwe de ji bo aştiyê têkoşiya, Perîşan Çelîk, Erdal  Safali û Nîhat  Akçelîk bi bîr tînim. Dema wan mirovên me qetil kirin digotin; ‘hûn ê hêza tirkan bibînin.’ Em jî dibêjin; ‘Hûn jî hêza kurdan, hêza Geverê bibînin.’ Xelkê birûmet ê Geverê tu caran serî li ber cînayetên kiryarnediyar, komkujî û qeyûman serî netewand û dê netewîne. Em ji bo xwe gelek dersan ji sekna xelkê Geverê digirin.”    ‘KURDAN DIJMINATIYA TU KESAN NEKIRYE’   Bi domdarî Bakirhan, zarokê 5 salî Erdem Aşkan ê li Geverê bi panzerê hatiye eciqandin bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Diviyabû kesên Erdem eciqandin bihatina darizandin lê derheqê malbata wî de serlêdana sûc hate kirin. Gotin çima Erdem li panzerê xistiye. Vaye ev zîhniyeta dibêje ‘hûn ê hêza tirkan bibînin’ dijminatiyê li zarokê me, jiyana me û îradeya me dike. Gelê kurd bi hezaran sal in li ser vê xakê dijîn û dijminatiya tu gelan nekiriye. Ji Milazgirê heta niha kurdan di tevahiya hezaran salên li Mezopotamya û Anatoliyayê de tu caran xiyanet li gelên pê re dijiya nekir. Berevajî vê, derî li ber wan vekirin û nanê xwe pê re parve kir.”    ‘QEYÛM MEMÛRÊN XESPKIRINA PÊŞEROJA GEL IN’    Bakirhan, destnîşan kir ku herî zêde xelkê Geverê baş dizane bê ka qeyûm çi ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm, bêkarî ye, nelirêtî ye, memûrên dewletê ne ku pêşeroja gelê kurd xesp dikin. Ma qeyûmê Geverê çi kiriye? Ev qeyûm li gel şaredariyên bajarên mezin ên Enqere û Stenbolê ketine pêşbirka deynan. Milyarek TL deynê Şaredariya Geverê heye. Ma Gever Stenbol, Mêrsîn û Enqere ye? Milyarek lîre deyn kiriye lê tu xizmet jî nekiriye. Ji deynan, nelirêtî û bêusûliyan şerm nakin. Ji diziyê şerm nakin. Jin û ciwanên geverî yên birûmet, dê dersa pêwîst bide vê zîhniyeta qeyûm li îradeya Geverê tayînkirî, ya zimanê kurdî qedexe kirî, tabelayên bi kurdî radike û zimanê kurdî weke ‘zimanê nayê zanîn’ dinivîse. Em soz didin we ku dê nelirêtî û bêusuliyên qeyûman kirin bi we re parve bikin. Bila soz be ku em ê di komareke demokratîk de hesabê van nelirêtiyan bipirsn. Qeyûm beg milyarek deyn kiriye lê xelk dikeve 50 korikan. Xuyaye ku qeyûm beg milyarek lîre tevî hevalên xwe xistine berîkên xwe.”    BANGÎ CIWANAN KIR   Bi domdarî Bakirhan bangî ciwanên Geverî kir û wiha pê de çû: “Ciwanên me qadan tije dikin. Ev ji bo me rûmet e. Li cem hev dîtina ciwanan hêz û moral dide me. Hûn rêhevalên Seyîd Rizayan, Şêx Seîdan û Mazluman in. Bi zanebûn dixwazin li erdnîgariya kurdan tiryakê belav bikin. Ji we ricaya min ew e ku nehêlin tiryakfiroş bikevin kolan û cadeyên we. Heval û dostên me yên ketine nava tiryakê jî divê em têkoşîna xwe bi wan bidin naskirin û bixin nav civakê. Bi zext, cînayetên kiryarnediyar bi we nekarîn lê niha dixwazin bi rêya tiryakê we têk bibin. Ji we rica dikim ku vê mijara tiryakê ji xaka Kurdistanê derxînin.”    LI ENQEREYÊ GUR LI VIR JÎ KURD IN!   Bakirhan, bal kişand ser qedexeyan û wiha got: “Binêrin; ma derketina Çiyayê Cîloyê ne qedexe ye? Li vir çandinî û sewalkarî tê kirin. Çima vê dikin? Ji bo xelkê Geverê û Colemêrgê birçî bimînin lewma dikin. Lê belê ew bi rehetî li Cîloyê konseran didin û direqisin. Hûn nêzikatiya van a li dijî me bi qedexeyên çêrgehan û ya Cîloyê dibînin. Niha jî nêçîrvanên dengan derketine holê. Li Enqereyê gur in lê dema tên Colemêrgê dibin kurd. Xelkê Colemêrg û Geverê dê li ser sindoqê bersiva herî baş bide wan. Tu welatparêz û kesên ji gelê xwe hez dikin û nirxên demokratîk ên gel diparêzin ne li Enqereyê ne jî li Stenbol û Geverê nabin gur. Ev kesên li Enqereyê dibin gur dibêjin qey dê bi 3-5 qirûşan xelkê Geverê bixapînin. Dibêjin qey dê gelê me bi van pereyan bikirin. Ey kesên kêm aqil, ne 3-5 qirûşên we, hûn Banka Navendî jî li Colemêrgê ava bikin dê xelkê Colemêrgê dengê xwe nede we.”    BERTEK NÎŞANÎ OZEL DA   Bakirhan, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ên têkildarî DEM Partiyê da û wiha pê de çû: “Şirikê biçûk ê îktîdarê dibêje; ‘DEM Partî û CHP cuda dikevin hilbijartinê û tifaqeke xerab dikin.’ Recep Tayyîp Erdogan jî dibêje; ‘DEM Partiyê bi CHP’ê re tifaqekî qirêjî kir.’ Serokê Giştî yê CHP’ê jî dibêje; ‘DEM Partiyê bi derxistina namzetan hewl dide bi CHP û muxalefetê bide windakirin û dora vexwarina çaya bidem a AKP û MHP’ê ye.’ Yên van gotinan dikin ne we ne jî me nas nakink. Çaya me qaçax e, bidem e, xweş e û nabe nesîbê her kesî. Yên çaya me ya bidem vedixwe divê hêjayî wê be, hêjayî Geverê be, divê nelirêtiyê neke, bêusûliyan neke. Em çaya xwe didin mirovên birûmet û tenê kesên paqij dikarin vexwin. Em ê tu caran wê çayê nedin kesên ne hêjayî wê. Ozgur efendî dibêje; ‘DEM Partiyê ji bo bi muxalefetê bide windakirin bi AKP’ê re hevkarî kir.’ Baş e CHP’ê li her bajarên Kurdistanê namzet nîşan da yan na? Nîşan da. Ma li Colemêrgê nîşan neda? Em li Colemêrgê bi kê re di nava pêşbirkê de ne. Em li dijî tifaqa AKP, MHP, Ergenekon û gur di pêşbirkê de ne. Niha em ji Ozgur Ozel dipirsin; bi derxistina namzetê xwe re hûn li vir xizmetê ji kê re dikin? Ma ev yek dê xizmetê ji AK-MHP û Ergenekonê re neke?”    ‘DEMA MIJAR BÛ KURD TEVEK MÎNA HEV DIBIN’   Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Hûn jî dê li her derê namzetan nîşan bidin û ev ji bo we heq e lê dema sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê li Stenbolê namzetên xwe nîşan dide dê hesabê bide we? Ka her li karê xwe binêre. Ez ji serokê giştî yê vê partiya wiha dibêje re dibêjim; hey bêşermîno di hilbijartinên 2019’an de me şaredarî bi we da qezenckirin. Xelkê Geverê, gelê kurd deng da we. Şaredariyên bi we dayîn qezenckirin heta niha çi kirine? Dema li Geverê qeyûm hatî tayînkirin Îmamoglû li ku bû? Şaredarê Îzmîrê li ku bû? Lutfu Savaş ê îmzeya wî di bin mirina kesên di erdheja Hatayê de jiyana xwe ji dest dayîn hebû li ku bû? Yek ji wan jî piştgirî nedan me. Dema zarokê 5 salî bi panzerê hatî eciqandin negotin ‘we çima eciqand’ lê niha rabûne dibêjin we çima namzet nîşan dan. Ma em ê pirsa vê ji te bikin? Dema zimanê kurdî li Meclisê weke ‘zimanê nayê zanîn’ dihat nivîsandin gelo Ozgur efendî dengê xwe derxist? Îcar radibe û dibêje we çima namzet nîşan da? Ev tevek jî dişibin hev. Dişibin AKP û MHP’ê. Me çima got Rêya Sêyemîn? Me got ji van tu xêr çênabin, dema mijar bû kurd tevek jî mîna hev dibin. Gurê wan jî kemalîstê wan jî AKP’iyê wan jî mîna hev in. Lewma em li vir careke din bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Di hilbijartinên serokkomariyê de tevahiya bajarên kurdan heman reng bûn. Gelo dema dibêjin ‘kurdan bi AKP û MHP’ê re lihev kir’ hûn qet şerm dikin? Heke hûn gelek mereq bikin herin li encamên hilbijartinên 2019’an û yên serokkomariyê binêrin bê ka kurdan helwestekî çiqasî birûmet nîşan daye.”   Bakirhan, piştî axaftinê buroya hilbijartinê vekir. Bakirhan, piştre jî ber bi Bajêrgehê ve kete rê.