Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê 2024-02-22 15:19:28   AMED - Di doza Fatîh Haral ê ji ber gefxwarina li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî tê darizandin de, dadgehê biryar da ku ji bo daxwaza berfirehkirina dosyayê der heqê aqûbetên giliyên sûc ên berê de agahî bê xwestin.   Danişîna doza derbarê Fatîh Haral ê agahiyên şexsî yên Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî ji hesabên bikarhênêrên “@katîpdemîr1864”, “@kontemristo” û “@arîfdogan1923” ên li X’yê parvekirin û bi damezrînerên JÎTEM’ê serdar Cem Ersever û albay Arîf Dogan gef li Eren xwar hate lidarxistin. Di dema lêpirsînê de derheqê kurê Haral, Ahmet Bûrak Haral de biryara neşopandinê hate dayîn. Danişîna doza derbarê Haral de hatiye vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hate dîtin.    Ji sûcê “bi hinareyeke bideng nivîskî an jî bidîmen heqaret kiriye” di navbera 3 meh û 2 salan û ji sûcê “gefa hesan” ji 6 mehan heta 2 salan cezayê hefsê ji Haral re tê xwestin. Haral û parêzerê wî tev li danişînê bûn. Eren ê gilîker û parêzer Mehdî Ozdemîr di danişînê de amade bûn. Rêveberên Baroya Amedê jî danişîn şopandin.    ‘TWET JI ALIYÊ KURÊ HARAL VE HATIN PARVEKIRIN’    Eren, di danişînê de diyar kir ku ji bikarhinêrên “@katîpdemîr1864”, “@kontemristo” û “@arîfdogan1923” gelek twet hatine parvekirin, bi parvekirina daneyên şexsî yên wî û malbata wî gef lê hatiye xwarin lê li dijî vê tenê twetek bûye mijara darizandinê. Eren, bi bîr xist ku bersûc Haral sûc girtiye ser xwe û anî ziman ku Haral hewl dide hin kesên din biparêze. Eren, destnîşan kir ku doz ne dozeke hesan a gefxwarinê ye û da zanîn ku twet ji aliyê kurê Haral, Ahmet Bûrak Haral ê derbarê wî biryara neşopandinê hatiye dayîn ve di demên cuda de li kafeyên înternetê hatine parvekirin. Eren, anî ziman ku Ahmet Bûrak Haral jî ji aliyê hin kesên din ve hatiye arastekirin.    ‘LI PIŞT WÎ HIN KESÊN DIN HENE’    Eren destnîşan kir ku dosya ne dozeke gefxwarinê ya hesan e û got: “Di parvekirinekê de hatiye nivîsîn ku ‘rêxistin dê Nahît Eren bikuje û kaosê biafirîne’. Ev xebat weke ‘xebatên rêxistinî’ hatine nîşandan. Li vir ewilî hişmendiyek tê avakirin. Pişt re dikin hedef. Dizane ku kesek dê çawa were hedef girtin. Li pişt wî hin kesên din hene.”   ‘JI KESEKÎ BÊTIR KES BERPIRSYAR IN’    Eren, daneyên şexsî yên derbarê wî de hatine parvekirin pêşkeşî dadgehê kirin û anî ziman ku dane Haral ne nivîsandine ji saziyeke cemaweriyê ya xebatan dimeşîne hatiye wergirtin û ji şiklê nivîsê ev yek dikare were fêmkirin. Eren, destnîşan kir ku li nimreyên IP’yê yên navnîşanên înternetê yên parvekirin hatine kirin û qeydên HTS’ê yên di dosyayê de berçav bên girtin dê gelek kes weke berpirsyar bên dîtin û xwest dosya were berfirehkirin.   ‘HEWLDANA FÎHILKIRINA FAÎLAN HEYE’    Parêzerê Eren, Mehdî Ozdemîr jî diyar kir ku li dijî muwekîlê wî ji gelek hesaban gelek gef hatine xwarin. Ozdemîr, da zanîn ku li dijî biryara neşopandinê ya derbarê kurê Haral, Ahmet Bûrak Haral de hatiye vekirin îtîraz kirine, lê îtîraz û giliyên ji bo parvekirinên ji hesabên din hatine kirin encam negirtine. Ozdemir diyar kir ku parvekirina daneyên şexsî yên bêdestûr di parvekirinan de li gel gefan jî zelal bûye, lê belê ev yek di îdianameye de cih negirtiye û got: “Ev hemû ji ber têkoşîna muwekîlê min ê ku Serokê Baroya Amedê ye ya li ser mafên mirovan pêk tê. Parvekirina twîtekê tenê ya ji hesabekî, darizandineka kêm e. Em vê darizandina neqediyayî jî weke hewldaneke ji bo fîhilkirina faîlan dinirxînin.”   Ozdemîr, xwest aqûbeta îtîrazên wan bê pirsîn û dosye were berfirehkirin û sûcên weke “gef” , “heqareta biwesf” û “parvekirina daneyên kesayetî yên bêdestûr” bên parvekirin.    DADGEH DÊ AQÛBETA GILIYAN BIPIRSE   Dadgehê biryar da ku ji bo aqûbeta îtîraza li dijî biryara neşopandina derbarê kurê Haral, Ahmet Bûrak Haral de hatiye dayîn û giliyên hatine kirin bên pirsîn müzakere were nivîsîn. Dadgehê biryar da ku li gorî bersivên ji muzakereyê re bên dayîn kirariyan pêk bînin û danişîn taloqî 25’ê nîsanê kir.