AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da 2024-02-22 15:44:39   ENQERE - AYM’ê ji bo serlêdanên CHP û parêzerên Can Atalay biryareke nû da. Lijneya Giştî biryar da ku ji bo her du serlêdanan jî cihê biryarê nîne.    Partiya Gel a Komarê (CHP) û parêzerên hikûmxwarê Doza Geziyê Can Atalay ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, ji bo were tespîtkirin ku tu wateya xistina parlamenteriya Atalay tune ye, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM’ê ji bo her du serlêdanan biryara xwe da. Dadgeha Bilind têkildarî serlêdanan civiya û biryar da ku di her du serlêdanan jî cihê biryarê nîne. Dê hinceta biryarê piştre bê eşkerekirin.    Can Atalay weke parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) hatibû hilbijartin û di 30’ê çileyê de li Meclisê parlamenteriya wî hatibû betalkirin.