Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin 2024-02-22 17:27:25 ENQERE -  Berdevka DEM PArtiyê Ayşegul Dogan ku namzetên hevşaredariyê yên 6 şaredariyên bajarê mezin eşkere kir, got: “Hewldana me ne ji bo hin kes bi ser bikevin an jî bi bin bikevin, hewldana me ew e ku gel bi ser bikevin. Em bang li kesên ku bi veguhastina hilbijêran dixwazin pergala qeyûmtiyê bidomînin dikin; hûn ê bi ser nekevin."    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan di civîna çapemeniyê ya li avahiya partiyê de hilbijartinê û geşedanên din ên di rojevê de nirxandin.   Dogan ku bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir, got: "Ew çi qasî zimanê me qedexe bikin, em ê ew qasî bihêz bibin."    Doganê destnîşan kir ku di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li Meclisê du wêne derketine holê û ev ketine rojeva Tirkiyeyê. Doganê anî ziman ku wêneyek ê koma DEM Partiyê bûye ku bi pirzimanî, pirnasnameyî û pirrengî xwe bal kişandiye û yê din jî li Lijneya Giştî ya Meclisê ferzkirina yekdengiyê bûye.    Doganê destnîşan kir ku ew tim dibêjin ku DEM Partî tu carî nebûye alîgirê derdorên ku destkeftiyên gelan esas nagire û got: "Biryarên me yên di vî warî de bi tu awayî ne rest an jî jestek e ji bo hin kesan. Em bendê datînin ber hin tiştan û em li şûna tiştên ku me bend danîne dewsa wan, em feraseta xwe ya xwerêveberiyê û texeyula xwe ya ji bo Tirkiyeyê bi cih dikin. Em behsa feraseteke li ser esasê demokratîkbûyîn, civakîparêz, azadiya jinê û ekolojiyê dikin û em ji herêmê ber bi tevahiyê ve demokrasiyê berbelav dikin. Helbet em bendan deynin ber tiştên li dijî vê. ewldana me ne ji bo hin kes bi ser bikevin an jî bi bin bikevin, hewldana me ew e ku gel bi ser bikevin. Em bang li kesên ku bi veguhastina hilbijêran dixwazin pergala qeyûmtiyê bidomînin dikin; hûn ê bi ser nekevin."    Doganê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku deriyê wan ji bo kesên ku siyaseta rêya sêyem wekî hêza wekhev dibînin re vekiriye û got ku kî tevkariyê li aştiyê bike ew ê piştgiriya wan bikin.    Doganê paşê namzetên hevşaredariyê yên 6 şaredariyên bajarên mezin ên DEM Partiyê eşkere kirin: "Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Şehrîban Dehfîşad û Mahfûz Guleryuz; Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Sûzan Koç û Raîf Kanat; Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû; Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan û Akin Bîrdal; Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mûglayê Candan Susiy û Yûsûf Ûlûdag û Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Tekîrdagê Muselma Keskînturk û Sadî Ozdemîr."    Doganê di dawiya axaftina xwe de got: "Em ne partiyeke wiha ne ku li navendên giştî siyasetê diyar bikin. Em DEM Partî em ê li qadan û kuçeyan bin. Me ji zûde ye starta hilbijartinê daye."