Karlqvist a swêdî: Divê pozîsyona Abdullah Ocalan baş bê fêmkirin 2024-02-23 09:00:15   STENBOL - Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvist anî ziman ku divê pozîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di çareseriyê de baş bê fêmkirin û got: "Dê bi çareseriyê her kes bi ser bikeve. Lewma divê em hemû israrker bin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin, 35 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran bi cezayên di bin navê "disiplînê" tên birîn yan tên redkirin yan jî bêbersiv tên hiştin. Li dijî bêpêwendiya mutleq a li Îmraliyê di asta cîhanî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin.   Di çarçoveya kampanyayê de Delegasyona Çareserî Ji Pirsgirêka Kurd û Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî ku siyasetmedar û parlamenterên ji Ewropayê jî di nav de, di 20'ê sibatê de hat Stenbolê û hin hevdîtin pêk anîn. Şandeyê serdana saziyên sivîl û partiyên siyasî û bi taybet Buroya Hiqûqê ya Asrîn ku mudafîtiya Abdullah Ocalan dike, kir. Şandeyê piştî hevdîtinên 2 rojan civîneke çapemeniyê li dar xist û berpirsiyariya saziyên navneteweyî, bi taybetî jî ya Tirkiye ya li dijî bêpêwendiya mutleq bibîr xist û bang kir ku di vî warî gav bên avêtin.    Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvist ku di şandeyê de cih girt, tecrîda li Îmraliyê, daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan û serdanên di vê çarçoveyê de nirxand.   PÊŞNIYAZNAME BERPÊŞÎ PARLAMENTOYA SWÊDÊ KIR   Karlqvistm da zanîn ku ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û neçareserkirina pirsgirêka kurd ew wekî şande hatine Stenbolê. Karlqvistê diyar kir ku wê tu carî pêkanînek mîna tecrîda Îmraliyê nedîtiye û wiha got: “Ev rewşek bêhempa ye ku me berê qet nedîtiye. Em wek Partiya Çep a Swêdê ji bo çavdêriya vê rewşê li vir in. Ev însiyatîf ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd hêja ye." Karlqvist diyar kir ku ji ber ku PKK hîna li Swêdê di lîsteya "rêxistina terorê" de ye, di warê tecrîda li Îmraliyê de hişmendî û hayjêhebûneke tê xwestin çênebûye û got ku hin hewldanên partiya wan hene û di vê çarçoveyê de di meha Çileyê de pêşniyaznameyek berpêşî parlamentoyê kirine û bi vê pêşniyaznameyê tecrîda Îmraliyê xistine rojeva Parlamentoya Swêdê.    FIKRÊN ABDULLAH OCALAN   Karlqvistê da zanîn ku di salên borî de wê li ser pirsgirêka kurd lêkolîn kirine û di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan nas kiriye û got: “Der barê pirsgirêka kurd de zanyariyên min hene, ji ber ku min berê li gelek herêmên Kurdistanê lêkolîn kiriye. Bi vî awayî derfeta xwendina gelek nivîs û pirtûkên Ocalan çêbû. Ocalan ji aliyê rewşenbîrî ve jî kesekî hêja ye. Ez femînîst im û fikrên azadiya jinê yên Ocalan jî parçeyek ji paradîgmaya wî ne. Fikrên wî tenê ne ji bo jinên kurd, di heman demê de ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriyê berpêş dikin. Li cîhanê fikrên Ocalan çi qas bên xwendin, dê ew qasî bê naskirin."    ROLA DI ÇARESERKIRINA MESELEYA KURD DE   Karlqvistê destnîşan kir ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd rasterast bi hev ve girêdayî ne û got ku divê rola Rêberê PKK'ê ya di çareseriya pirsgirêka kurd de baş bê fêmkirin. Karlqvistê got: “Ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî, çalakî divên. Di heman demê de, temenê wî jî divê esas bê girtin. Divê li cem malbata xwe be. Divê pozîsyona Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd baş bê fêmkirin. Divê girîngiya helwesta Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd baş bê fêmkirin. Dê bi çareseriyê her kes bi ser bikeve. Lewma divê em hemû israrker bin."   ‘DÊ HEWLDANÊN ME YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ BIDOMIN'   Karlqvistê diyar kir ku ew ê weke şande piştî hevdîtinên xwe yên li Stenbolê li dijî tecrîda Îmraliyê têkevin nava hin hewldanan û got: "Em ê hewl bidin ku di vê mijarê de bîrbiriyekê peyda bikin û em ê zêdetir pêşniyaznameyan berpêşî meclisê bikin û di civînê de bêtir gengeşe bikin. Di heman demê de em ê hewl bidin ku di bi rêya kovar û weşanan gotar û raporên der barê tecrîdê de xwe bigihînin raya giştî."   MA / Îbrahîm Irmak