Li Farqînê teqîn çêbû: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2024-02-23 16:50:29   AMED - Li gundê Garisî yê girêdayî navçeya Farqînê, li qada bîra petrolê di encama şidîna gazê de teqîn çêbû û karkerekî jiyana xwe ji dest da.    Di bîra petrolê ya li nêzî gundê Garisî yê girêdayî navçeya Farqîn a Amedê de ji ber şidîna gazê ya di dema xebatên sondajê de teqîn çêbû. Di teqînê de karkerê bi navê Îhsan Tûnar (33) jiyana xwe ji dest da û karkerê bi navê Veysel S. (41) jî birîndar bû. Tîmên agirkujiyê, tenduristiyê û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Cenazeyê Tûnar ê jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin morgê. Veysel S. ê birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû ya li Farqînê.    MALBATÊ QEZA KIR    Malbata Tûnar ê jiyana xwe ji dest da ku ji bo wî ber bi Farqînê ve bi rê ketin, li herêma Başinikiyê qezaya trafîkê kir. 3 kesên di otomobîla ji rê derketî de bûn birîndar bûn. Birîndarên ku hate zanîn rewşa wan a tenduristiyê baş e jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû.