36 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin 2024-02-25 09:00:54   STENBOL - Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 36 meh in tu agahî nayê girtin. Tevî zêdebûna fikarên ji bo rewşa tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan jî, CPT ya ku hat Tirkiyeyê, neçû Îmraliyê.   36 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran de tê girtin, nayê girtin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzer û ji 3'yê Adara 2020'î ve jî nayê hiştin ku malbat hevdîtinê bi Ocalan re bike.    Abdullah Ocalan ku herî dawî di 3'yê Adara 2020'an de bi malbata xwe re rû bi rû hevdîtinek pêk anî, ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ku biu telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re pêk anî, agahî jê nayê girtin.   514 SERLÊDAN BÊBERSIV HATIN HIŞTIN   Li Îmraliyê tecrîda mutleq a ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî “încommunîcado” tê binavkirin, li Îmraliyê dewam dike û li hel vê hewldanên parêzer û malbatan jî dewam dikin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve 356 serlêdanên ji bo hevdîtina parêzeran û 158 serlêdanên ji bo hevdîtinên malbatê hatine kirin. Lê belê ev hemû serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi cezayên ku di bin navê "dîsîplînê" de bê hincet tên birîn, hatin redkirin.   CPT SERDANA ÎMRALIYÊ NEKIR   Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re bikin di 15'ê Sibatê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de ku agahî û daxwazên têkildarî şert û mercên girtîgehê cih girtin, ji CPT'yê hat xwestin ku raporên xwe yên li ser serdanên xwe yên dawîn eşkere bike û careke din ser lêdana Îmraliyê bike. Hê bersiva serlêdanê dihat payin, CPT ragihand ku di navbera 13-22'ê Sibatê de serdana Tirkiyeyê kiriye, lê neçûye Girava Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ye.   MA / Îbrahîm Irmak