Li Efrînê welatiyek hate revandin 2024-02-25 13:12:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê welatiyek revandin û fîdye xwestin.    Binpêkirinên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hat diyarkirin ku welatiyê bi navê Hemîd Ebdurehman (25) li navçeya Racoyê hate revandin.    Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Hemîd Ebdurehman dema li gundê Belîlkayê dixebitî hate revandin û ji bo berdanê jî ji malbata wî fîdye tê xwestin.    Hat zanîn ku dayika Hemîd Ebdurehman, Îlham Ebdurehman Silêman jî di 20’ê adara 2022’yan de bi hinceta di saziyên Rêveberiya Xweser de xebitiye ji gundê Xalta yê Cindirêsê hatibû revandin û mehekê dîlgirtî mabû.    Îsal li Efrînê herî kêm 7 welatî hatin qetikirin û 94 kes jî hatin revandin.