Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin 2024-02-25 15:40:30   STENBOL - Di mitînga “Azadî û Demokrasiyê” ya Esenyurtê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin.   Mitînga “Azadî û Demokrasiyê” ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada Esenyurtê ya Stenbolê li dar dixe bi coşeke mezin didome. Ji her derdoran bi dehhezaran kes tev li mitîngê bûn. Girse bênavbera dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dike. Di mitîngê de posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin.