Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin 2024-02-25 16:36:35   STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi deh hezaran kesên tev li mitînga “Azadî û Demokrasiyê” bûn silav kir, xwest Girtîgeha Îmraliyê were girtin û wiha got: “Em dikarin jiyaneke wekhev û hevpar bi hev re ava bikin.”    “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li Qada Esenyurtê li dar dixe bi coşeke mezin didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitîngê de axivî û girse bi kurdî û erebî silav kir.    Hatîmogûllari, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike û ev tişt anî ziman: “Heke îro ciwanên me bi rêyên koçberiyê ketibin, heke nekarin bên gel hev û qada civakî û çandî parve bikin, divê em bizanin ku ciwanên me azad nînin û di tecrîdê de ne. Heke karkerên li febrîqeyê îro nekarin pariyeke nan bibin malên xwe, heke nekarin grevê bikin, divê em bizanin ku di tecrîdê de ne. Divê em bizanin ku rakirina tecrîdê ne tenê pirsgirêka gelê kurd e. Pirsgirêka tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Em li vê qadê bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin; werin em bi hev re vê pergala tecrîdê ji holê rakin. Tecrîdê tê wateya derhiqûqtiyê. Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd.”    'WERIN EM PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN’   Bi domdarî Hatîmogûllari got ku divê tecrîd were rakirin û wiha pê de çû: “Ev gotinên me hem ji boo kesên li qadê hem jî ji bo rêveberên welêt e; gelo mirinên di nava van 40 salên dawî de bûne çareserî? Nebûn çareserî. Ma şer bû çareserî? Nebû. Ma qedexekirina zimanê kurdî bû çareserî? Nebû. Ma daxistina tabelayên bi kurdî ya ji hêla qeyûman ve bû çareserî? Nebû. Ma tecrîda li Îmraliyê çareserî ye? Ji ber ku ev gel îro ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê li vir e. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka welatê me û hemû erdnîgariya me ye. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke etnîkî ye, pirsgirêka nasname û statûyê ye. Pirsgirêka Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê ye. Me gelek caran bangawaziyên xwe kirin. Werin em bi hev re bi rêyên aştiyane û demokratîk vê pirsgirêkê çareser bikin. Em ji bo Sûriye, Iraq û Îranê jî bibin model. Werin em bi hev re yekitiya gelan ava bikin.    EM BI HEV RE BIBÊJIN AŞTÎ   Hem kesên li vê qadê hem jî gelên Tirkiyeyê ji bo xelkê mazlum ê Filistînê hêsir barandin. Tiştên Îsraîl bi serê wan tîne me tevekan diêşînin. Heman tiştên Îsraîl li Filistînê dike, rejîma Tirkiyeyê jî li Efrînê li dijî gelê kurd dike. Divê xwişk-birayên me yên li Marmara, Behra Reş, Anatoliyaya Navîn heman tiştan ji bo gelê kurd jî bikin. Werin em bi hev re ji bo aştiyê bang bikin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe ya Filistînê jî çareser nabe. Nexwe daxwaza ji bo Filistînê jidil nabe. Werin em bi hev re bi dengekî bilind bibêjin aştî.    DIVÊ GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ BÊ GIRTIN    Dibêjin ku weke gaveke şênber çi dikare were girtin. Binêrin; demekî dirêj tecrîdkirina birêz Ocalan û girtina wî ya demdirêj li gorî hiqûqa navneteweyî mafê hêviyê derxistiya holê. Divê Girtîgeha Îmraliyê were girtin. Divê pergala tecrîdê li ser her qada jiyanê rabe. Em dikarin jiyaneke wekhev û hevpar bi hev ra ava bikin. Reçeteya pirsgirêkên civakî guftûgo, demokrasî û bi siyaseta azad dibe. Têkoşîna me ji bo wê ye ku hemû pirsgirêk li ser bingeha demokrasiyê bên çareserkirin.”