Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket 2024-02-26 10:23:01   NAVENDA NÛÇEYAN - 219’emîn hejmara Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket pêşberî xwînerên xwe.    Rojnameya Xwebûn ku hefteyê rojekê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî weşanê dike, bi hejmara 219’an gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê bi minasebeta salvegera Mutabakata Dolmabahçe ya 28’ê Sibata 2015’an bi Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez re hevpeyvîn kir û li ser pêvajoya beriya 28’ê Sibatê û piştî 28’ê sibatê rawestiya.    Rojnameyê di binmanşetê de jî çavdêriyên Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar a li ser Meşa Azadiyê derxist pêş. Çigdem Kiliçgun, bi zaravayê kirmanckî çavdêriyên xwe yên Meşa Azadiyê ya 15 rojan bi Xwebûnê re parve kir. Rojnameyê di rûpela manşete de dîsa cih da nivîsa Sorgul Şêxo ku  li ser 2 efsaneyên nemir ê Kurdistanê Sorxwîn û Azadî nivîsandiye. Sorgul Şêxo di gotara xwe de balê dikişine ser şerê ku şoreşê ava dike.