Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin 2024-02-26 12:06:56   EDENE - Welatiyekî bêmal li Parka Înonu ya Seyhanê, li ser bankê mirî hate dîtin.    Welatiyekî bêmal ê navê wî nehate zanîn, li Parka Înonu ya li taxa Kayalibag a navçeya Seyhana Edeneyê, mirî hate dîtin. Piştî agahîdayînê polîs û tîmên tenduristiyê yên hatine cihê bûyerê, diyar kirin ku kesê bêmal jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê kesê jiyana xwe jiyana xwe ji dest daye ji bo otopsî were kirin, rakirin morgê. Hat zanîn ku welatiyê behsa wî tê kirin, ji ber maleke wî tunebû, şev li parkê radiket.