Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin 2024-02-26 14:30:28   ENQERE - Danişîna 23’yemîn a Doza Qetlîama Garê hate lidarxistin. Piştî ku parêzerên bersûcên qetlîamê, heqaret li malbatan kirin, şandeya dadgehê navber da danişînê.    Danişîna 23’yemîn a Doza Qetlîama Garê ya Enqereyê ku di 10’ê cotmeha 2015’an de di encama êrişa bombeya zindî de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê de hate lidarxistin. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê Asli Saraç, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ahmet Karagoz û Sekretera Giştî Sevgî Yilmaz, Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, her du aliyên dozê û gelek kes danişînê temaşe kirin. Danişîn bi diyarkirina nasnameyan dest pê kir. 4 bersûc bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    HINDIK MAYE BERSÛC DERBIKEVE    Parêzer Senem Doganoglû xwest delîlên kêm tev li dosyeyê werin kirin û teslîmî wan jî were kirin. Doganoglû bal kişand ser girîngiya Mehmettîn Baraç û ev tişt gotin: “Mehmettîn Baraç piyê dozê yê Çewlîgê ye û faîleke girîng e. Heke bi şert were berdan, dê salek şûn de di nava me de be. Di nava dîjîtalên Baraç de tevahiya înfazên DAIŞ’ê, amûrên propagandayê yên dema qirkirinê derketin holê. Heke endam nebe, nikare van tiştan bi dest bixe. Îro piştî 8 salan rapora kesên zana tê dosyeyê û bi ev dijîtal tên nirxandin. Çima dijîtalên di 10’ê adara 2016’an de hatine stendin, di sala 2022’yan de tên lêkolînkirin. Ji xwe derbarê bersûc ku salek maye derbikeve dibêjin ‘Ma dê çi be?”   DARIZANDINA KU DELÎL TÊN VEŞARTIN   Doganoglû destnîşan kir ku divê dewlet tevahî rastiya DAIŞ’ê û bikaranîna wê, derxe holê û got: “Ma em dikarin bêjin Baraç bi dewletê re nexebitiye? Em nikarin bêjin. Ji ber em nikarin xwe bigihînin dijîtalan. Em pêvajoyeke darizandinê de ne ku belge tên veşartin, bijartin, ji bîr kirin. Ne rast e ku hûn xwe bigihînin delîlekê û em nekarin xwe bigihîninê. Hûn dixwazin em baweriya xwe bi dewletê bînin. Em ne bêgav in ku bawer bikin. Qetlîama (Gar) dawî ya mitînga pêvajoa aştiyê bû. Em di vê mitîngê de hatin qetilkirin.” Baraç xwest delîlên dijîtal bidin wan jî.    ‘DAIŞ HATIYE TEŞWÎKKIRIN’   Parêzer Îlke Işik destnîşan kir ku dijîtalên di dosyeyê de bi zanebûn ji wan hatine veşartin û wiha axivî: “Di 15’ê cotmehê de hemû belge tên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Diviya dozger van lêkolîn bikira, lê tiştekê nekir, ji ber ku dosyeyê vaşartin, tune kirin. Waliyê wê rojê îro Wezîrê Karên Hundirîn e. Gerîna bersûcên di dosyeyê de hatiye pêkanîn, berdin destûrê bidin rêxistinbûna wan, hatine teşwîqkirin.”    EMNIYET PEYWIRA XWE PÊK NEANÎ'   Işık xwest bê ka çima Midûriyeta Polîsan a Dîlokê ji bo girtina Yakûp Şahîn û Huseyîn Tûnç tiştekê nekir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku di sala 2019’an de belge hatin, me daxwaza belgeyan kir lê belê nedan me. Di sala 2021’an de me gilî kir lê çi kirarî nehatin kirin? Hejmara lêpirsînê jî nedan vê giliyê. Çima Serdozgeriya Komarê, Midûriyeta Polîsan a Dîlokê diparêze. Midûriyeta Polîsan peywira xwe pêk neanî, qetlîam hate kirin. Em dixwazin ev dosye ji Wezareta Dadê were pirsîn. Ji ber çi heya niha têkildarî giliya me tiştek nehat kirin?”    DERBARÊ WEZÎRÊ KARÊN HUNDIRÎN DE DAXWAZA GILIYA    Parêzer Eylem Sarıoglû destnîşan kir ku Yûnûs Dûrmaz navê herî girîng ê vê mijarê ye û ev tişt gotin: “Derbarê Yûnûs Dûrmaz de ji 3 dosyeyan biryara girtinê hatiye dayîn, telefona wî hatiye tespîtkirin û hatiye guhdarkirin, lê belê 20 rojan nayê girtin. Em dipirsin, gelo Yûnûs Dûrmaz çima nehat girtin? Em ji dadgeha we daxwazin ku giliya Waliyê Dîlokê Alî Yerlîkaya, Serdozgerê Komarê yê Dîlokê û rayedarên di dosyeyê de peywir girtine were kirin. Ev kes peywira xwe ji bo xerabiyê bi kar anîne.”    ‘YERLÎKAYA LI DIJÎ DAIŞÊ Çİ KIR?’   Sarıoglû axaftina xwe wiha domand: “Em di televîzyonan de Alî Yerlîkaya dibînin. Em dibînin ku gelek rêxistinên sûcan tên girtin. Em dipirsin, dema Alî Yerlîkaya Waliyê Dîlokê bû, li dijî DAIŞ’ê çi kir?”    Bersûc Resûl Demîr jî daxwaza belgeyên di dosyeyê de kir. Demîr hemû sûcdariyên jê hatine kirin red kir û xwest dosyeyên di pêvajoya dadgehê de teslîmî wî bikin û daxwaza berdana xwe kir. Erman Ekîcî destnîşan kir ku derbarê gelek kesên pê re hatine girtin de biryara neşopandinê hatiye dayîn û pirsa sedema binçavkirina xwe kir.    NAVBER DAN DANIŞÎNÊ   Parêzerê Erman Ekîcî anî ziman ku Heyam, Fîdan, Mahîr Çayan û Che Guevara kujer in û bertek nîşanî bîranî wan da. Kesên danişînê temaş dikirin, bertek nîşanî gotinên parêzerê bersûd dan. Parêzerê bersûc piştre çêr û heqaret li malbatan kir û di navbera parêzerên bersûcan û temaşevanan gengeşî derket. Şandeya dadgehê bi ser vê yekê navber da danişînê.”