ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-27 09:00:16   * Gelê Semsûrê têkildarî hilbijartinên herêmî bi lêv kirin ku li Semsûra ku bi salan e ji aliyê şaredariya AKP’ê ve tê rêvebirin tu xizmet nehatiye kirin û gotin ku divê edî guhertinek pêk were.   * Jin ji bo hêvî û têkoşînê mezin bikin, bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer têkoşîna me heye” 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Jinên di Platforma 8'ê Adarê de ku gotin "Serîhildana me xwedî wê hêzê ye ku dikare guherînê pêk bîne" hêza guhertinê ye" bang li jinan kirin ku dakevin qadan.    * Mirova Şemiyê Îkbal Eren Yarici ku li aqûbeta birayê xwe Hayrettîn Eren ê 44 sal in winda ye pirsî, bertek nîşanî doza ji ber çalakiya wan li wan hatiye vekirin da û got: "Divê yên em mexdûr kirine bên darizandin."   * Ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz Zekiye Ayata Alokmen diyar kir ku jinên kurd ên bi berxwedanê hene, bio rihetî nehatine van rojan û got: "Rêxistinbûyîn mirov diguherîne. Ne pêkan e ku têkoşîna jinan ji niha û pê ve bê rawestandin."   * Mitabeqeta Dolmabahçeyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “Di rêwîtiya 55 salan de bêhnvêdaneke kin” pênase dike, tevî hemû hewldan û hişyariyan jî ji hêla AKP’ê ve hate betalkirin.    * Danişîna doza ewil a derbarê çalakiya hefteya 950’emîn a Dayikên Şemiyê de hatiye vekirin dê li 39’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)    * Danişîna ewil a bi sûcdariya “tacîza zayendî ya li dijî zarok” li navçeya Silopiya ya Şirnexê derbarê Kadîr M. de hatiye vekirin dê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna duyemîn a der barê edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz de hatiye vekirin, dê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê dê li navçeyên Farqîn, Bismil û Xana Axpar ên Amedê tev li hevdîtinên bi gel re bibe. (10.30-15.00) ZINDΠ   * DEM Partî dê li gelek bajaran çalakiyên hilbijartinê li dar bixe. (10.00-18.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)    * Danişîna doza polîs Serdar Gok ê ji ber Rojbîn Çetîn bi kûçikî birîndar kir tê darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (14.00)