Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze 2024-02-27 09:05:10   SEMSÛR - Gelê Semsûrê têkildarî hilbijartinên herêmî bi lêv kirin ku li Semsûra ku bi salan e ji aliyê şaredariya AKP’ê ve tê rêvebirin tu xizmet nehatiye kirin û gotin ku divê edî guhertinek pêk were.   Li Semsûrê ku yek ji bajarê herî zêde ji erdhejên navênda wan Mereş bandor girt, li gor reqamên fermî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 953 avahî hilweşiyan. Li Semsûrê ku hilweşandina avahiyên ku ji erdhejê xesara mezin girtine hê neqidiyane û pirsgirêka mexdûrên erdhejê ku xaniyên wan hilweşiyane jî hê nehatiye çareserkirin. Li Semsûr ku pirsgirêkên bajêr hê berdewam dikin bi nêz bûna hilbijartinên herêmî ve bendawariya gel ew e ku şaredarên bên hilbijartin bajarê wan ji nû ve ava bike. Welatiyên ku li taxa Karapinar a navenda Semsûrê em der barê hilbijartinên herêmî de bi wan re axivîn bi lêv kirin ku Semsûr bi salan e ji aliyê şeredariya AKP'ê ve tê rêveberin lê wan tu xizmet nedîtiye û gotin ku ev êdî guhertinê dixwazin.     Ji dikandarên taxê Îsmet Coşkun (49) diyar kir ku ji ber erdhejê Semsûr bûye xirbe û got ku hê jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Coşkun anî ziman ku şaredariya AKP'ê ya niha di dema erdhejê de berpirsyarî negirtiye ser xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku hilbijartin nêzîk bû li her derê dest bi xebatên binesaziyê kirin. Rojekê av tune ye, rojek ceyran tune. Hilbijartin nêzîk dibin û binesaziyê jî dest pê kiriye. Ne tenê binesaziya bajêr gelek pirsgirêk hene. Lê dîsa jî ev pirsgirêk nehatine çareserkirin. Banga min ji gelê Semsûrê re ew e ku dema biçin ser sindoqan bila yê ku bi rastî xizmeta Semsûrê bike hilbijêrin. Semsûr bi salan ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, lê me tu xizmet nedîtiye. Divê edî guhertinek pêk were."   'EZ Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIM DEM PARTIYÊ'   Welatiyê bi navê Yaşar Samsat (60) bi lêv kir ku şaredariya AKP'ê xizmetê ji gel re nake û wiha got: “Min heta îro nedîtiye şaredariyê li Semsûrê xizmetek kiriyê. Di erdhejê de Semsûr bi temamî hilweşiya, lê haya kesî jî jê nebû. Ez dixwazim di hilbijartinên herêmî de kesekî ku kar dike û xizmeta gel dike bi ser bikeve. Ez partiyeke ku xizmeta gel bike dixwazim. Partiya min DEM Partî ye. Ez ê di hilbijartinan de piştgiriya DEM Partiyê bikim."   Welatiyê bi navê Cemal Eren (60) jî gilî û gazînên xwe wiha anî ziman: “Şaredarî tu xizmetê nade gel. Jixwe her tişt li ber çavan e. Partiya ku dê xizmeta gel bike DEM Partî ye."   'JI BO XIZMET BÊ KIRIN DIVÊ 6 MEH CAREKE HILBIJARTIN BÊN KIRIN'   Yek ji karkerên ku li Taxa Karapinarê li ser rê dixebitin Îsmaîl Gunay (37) bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’ê Erdogan ku gotibû ‘Eger hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê destê xwe nedin hev û nebin yek tu xizmet nayê wî bajarî' û ev tişt gotin: "Serokkomar li Hatayê bi awayekî fermî gef li gel xwar û got yan hûn dengê xwe bidin me yan jî dê xizmet neyê kirin. Lê belê li Semsûra ku şaredariya AKP'ê bi rêve dibe tu xizmet nayên kirin. Bi salan e rêyên gundê me nayên çêkirin. Wek hûn jî dibînin ji ber nêzîkbûna hilbijartinê rêyan çêdikin. Ji bo ku hikûmet û şaredarî kar bikin divê 6 mehan carekê hilbijartin bên kirin."   'EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE'   Halîl Gultekîn (60) destnîşan kir ku li Semsûrê şaredariya gel dixwazin û wiha pê dê çû: “Em ji şaredariya heyî ne razî ne. Ji ber ku li her derê wêranî heye û heta niha ev hilweşîn nehatine rakirin. Kes ji rewşa gel napirse. Em şaredariyeke civakî, demokratîk dixwazin. Ez ê piştgiriya Partiya DEM’ê bikim ku di nava partiyên beşdarî hilbijartinê de xwedî vê têgihiştinê ye. Ji ber ku em kurd in, ev welat yê me ye û em ê dengê xwe bidin xwe. Hiqûmet gefan dixwe lê em ê bersiva gefên wan di sindûqê de bidin."   Welatiyê bi navê Şexo Durmaz (74) anî ziman ku ev şeredariya AKP'ê ku bi salanê Semsûrê rêve dibe ne raziyê û got ku edî ev dixwazê guherînek pêk were.   MA / Mahmût Altintaş