Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin 2024-02-27 11:01:44   STENBOL - Polîsan deriyê mala parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû ya li Stenbolê rûdine şikand û ketin malê.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala parlamentera DEM Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlûyê de girtin. Otlû ya bi ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal mijar parve kir wiha got: “Deriyê mala min a li Stenbolê ez lê rûdinim serê sibê ji aliyê TEM’a Stenbolê ve hatiye şikandin û lêgerîn hatiye kirin. Li malê xesareke çawa heye nizanim. Ez ê ji Enqereyê derbasî Stenbolê bim. Ez ê teşhîrkirina vê bêhiqûqiyê li her derê bidomînim. Ez ê dozê lê vekim.”   Di saetên serê sibê de di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê Îzmîrê hatiye destpêkirin de polîsan li Stenbol û Îzmîrê bi ser gelek malan de girtibûn û endam û rêveberên ESP’ê, Partîzanê û SMF’ê di nav de gelek kes binçavkiribûn.