Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya? 2024-02-27 12:29:26   STENBOL - Mirova Şemiyê Îkbal Eren ku ji ber çalakiya hefteya 950’an tê darizandin, diyar kir ku divê faîl bên darizandin û wiha ji dadgehê re got: “Ji me tê xwestin ku em vî sûcê li dijî mirovahiyê jinedîtî ve bên. Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?”   Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê û parastvanên mafan jî di nav de derheqê 20 kesan de ji ber çalakiya hefteya 950’an bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 39’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Nûnerên konsolosxaneyên Almanya, Hollanda û DYA’yê, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî û Çavdêriya ji bo Parastina Mafên Mirovan, Ulviyya Hasanova, Rêxistina li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê û Çavdêriya Parastina Mafên Mirovan, Benedetta Perego, Baroya Turinê (İtalya) û Çavdêriya Navneteweyî ya ji bo Parêzerên di Talûkeyê de, Baroya Lilleyê (Fransa) û gelek saziyên din doz şopandin.  Her wiha gelek parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), baroyên Wan û Êlihê û gelek parastvanên mafan jî doz şopandin.    Ji 20 kesên tên darizandin Dayika Aştiyê Hanîfe Yildiz, Mirovên Şemiyê Besna Tosun, Masîde Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Hasan Karakoç, Leman Yurtsever, Aylîn Tekîner, Îkbal Eren, Mukaddes Şamîloglû, Hatîce Korkmaz, Îsmaîl Yucel, Alî Tosun, Alî Ocak, Selvî Gulmez, Cuneyt Yilmaz, Îrfan Bîlgîn, Hunkar Hudayî Yurtsever, rêveberên ÎHD’ê Meryem Bars û Sebla Arcan û parêzer Merîç Eyuboglû û parêzerên din di danişînê de amade bûn.    ÎKBAL EREN: HEKE HÛN BÛNA DÊ WE ÇI BIKIRA?   Dadgehê ji ber şertên fîzîkî yên eywanê ji bo tespîtkirina nasnameyan 5 kes girtin eywanê. Piştî tespîtkirina nasnameyan jî îdianame hate xwendin. Piştre jî Mirova Şemiyê Îkbal Eren parastina xwe kir ku birayê wê Hayrettîn Eren 44 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin. Eren, bi bîr xist ku birayê wê di 20’ê mijdara 1980’an de hatiye windakirin û ev tişt anî ziman: “Heke ez nebêjim bê ka çi bi Hayrettîn Eren hatiye, dê îfadeyên min kêm bimînin. Hayrettîn Eren di 1980’an de li Bihûroka Haşîm Îşcan tevî hevalekî xwe hate binçavkirin. Peywirdarên qereqolê li lênûsa qeydan nihêrt û gotin ku tevî 5 hevalên xwe birin Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê. Kesên li emniyetê ji dayik û bavê min re gotin ku Hayrettîn Eren li wir nîne. Meqamên fermî qebûl binçakirina birayê min înkar kirin. Malbata min serî li her derê dan lê hemû derî li ser hatin girtin. Gelo heke ev tişt bi serê zarokê we bihatina kirin dê we çi bikira?”     ‘DI KÎJAN XALA DESTÛRA BINGEHÎN DE HEYE?’   Eren, wiha domand: “Di vê rewşê de ne ez, divê kesên mafê jiyanê yê kekê min binpê kirin bên darizandin. Heke Hayrettîn Eren sûcek bikria dê bihata darizandin û cezakirin. Dê niha di nav me de bijiya. Ji we dipirsim; di kîjan xala destûra bingehîn de tê gotin ku kesekî di bin çavan de bila bi darê zorê bê windakirin û malbata wî tune were hesibandin û cenazeyê wî biavêjin cihekî? Ji me tê xwestin ku em vî sûcê li dijî mirovahiyê jinedîtî ve bên. Gelo hûn bûna dê we çi bikira? Ji ber ku hemû derî li ser me hatin girtin, me weke Dayikên Şemiyê têkoşîna xwe domand. Me mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar anîn û em aqûbeta hezkiriyên xwe dipirsin û gorên wan dipirsin.”    DÊ DERBASÎ EYWANA MEZIN BIBIN    Piştî parastina Eren, parêzar û kesên tên darizandin gotin ku dê darizandin li vê eywana biçûk nedome. Dadger jî biryar da ku derbasî eywaneke mezintir bibin û heta saet 13.30’an navber da.