Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin 2024-02-27 13:31:24   ÎDIR - Serokê AKP’ê yê Îdirê yê berê Ahmet Tûtûlmaz bertek nîşanî redkirina serlêdanên namzetên DEM Partiyê da û banga “rastkirina biryarê” kir.    Serokê AKP’ê yê Îdirê yê berê Ahmet Tûtûlmaz bertek nîşanî redkirina serlêdana namzetiya hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Nûrî Guneş û endamên Meclisa Bajêr da.    Endamên AKP tev li civîna Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê nebûn. Tûtûlmaz bertek nîşanî tev li nebûna endamên partiya xwe da. Tûtûlmaz destnîşan kir ku Guneş cezayê xwe temam kiriye û anî ziman ku mafên wî yên qedexe jî hatine teslîmkirin û wiha got: “Ji ber wê, bêguman hemû astengiyên hiqûqî ji holê hatine rakirin. Helwestên derveyî vê, di tevahiya jiyanê de astenkirina mafê siyasetê ye û valaderxistina teslîmkirina mafên qedexe ne. Hemû endamên partiyên din tev li biryarê nebûne û ez vê yekê jî pir hêja dibînim.”    BANGA LIJNEYA HILBIJARTINÊ YA BAJÊR   Tutûlmaz banga sererastkirina biryarê ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr kir û got: “Biryarên bi vî rengî bi tu awayî encam nadin. Derveyî wê civakê aciz dike. Dibin sedema mexduriyeta endam û partiya siyasî û rê li ber berteke berovajî ya civakê vedike. Biryarên wiha derveyî hiqûqî tên dayîn, qadên jiyana siyasî teng dike, hûn hember bin jî bi vê nêzîkatiyê rê li ber xweîfadekirina rêya siyasî li mirovan digirin. Ez hêvî dikim ku Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr bi riya îtîrazê vê xeletiyê sererast bike.”