Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin 2024-02-27 14:45:38   ÎDIR - Xelkê Îdirê bertek nîşanî redkirina serlêdana namzetên DEM Partiyê da û wiha got: “Ev biryar ji hêla AKP û MHP’ê ve hate dayîn. Gel di demên berê de bersiva vê dabû. Dê bersiva pêwîst careke din bide wan.”    Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a girêdayî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK); namzetiya namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş, namzetiya hevşaredariya Hoşhaberê ya Emîne Yondem Kartal û serlêdanên 4 kesên ji bo endamtiya Meclisa Bajar red kir. Tê payîn ku DEM Partî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îtîrazê bike.     ‘EM BI PARTIYA XWE RE NE’   Şêniyên bajar bertek nîşanî biryara redkirina serlêdanên namzetan da. Ji şevê din ve jî çalakiyên protestoyî li dar dixe. Welatiyên îro hatin pêşiya Buroya Hilbjartinê ya Zagrosê ya DEM Partiyê, bertek nîşanî biryarê dan.    Ji welatiyan Hîdayet Akay got ku piştî AKP-MHP’ê fêm kirî dê namzetê wan ê hevpar têk biçe, zext li ser lijneya hilbijartinê kiriye û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye em her tim rastî van lîstikên pergala qirêjî hatin. Lewma em li bendê bûn ku tiştên wiha bikin. Dê êrişên îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî partiya me zêdetir bibin. Em li benda vê bûn. Bi vê biryarê re îradeya gelê kurd xesp kirin. Ev 50 sal in wiha dikin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin û piştgiriyê bidin her biryarekî partiyê. Partiya me kîjan navan nîşan bide, em ê li dora wan bicivin.”    Bi domdarî Akay anî ziman ku li Îdirê gelemperî kurd û azerî dijîn û wiha got: “Kurd û gelên din bi hev re dijîn. Pergalê ev yek dît. Gelan, li cem serok Nûrî cih girtin. Herikînek ber bi partiya me ve hebû. Pergalê ev dît lewma hewl da pêşî lê bigire.”    ‘EM Ê MIL BIDIN MILÊN HEV’   Ji welatiyan Serhat Ceylan jî wiha bertek nîşanî biryarê da: “Li gorî me pergal ditirse. Ditirsin ku mîna di sala 2019’an de wan dîsa bişînin sergoyê. Dîtin ku Mehmet Nûrî Guneş dê bloka wan a faşîst hilweşîne. Lewma ketin pey van lîstikên qirêjî. Ev gel gelekî birûmet e û dê sekna xwe nîşan bide. Dê bersiva pêwîst bide. Beriya hilbijartinê gelek leşker û polîs anîn Îdirê. Tevî vê jî nikarin bi ser kevin. Dê kurd û derdorên din dengê xwe bidin DEM Partiyê. Lewma ketin pey lîstikan. Ji bo diziya xwe şirîk peyda nekirin lewma biryarekî wiha dan. Walî mîna partiya îktîdarê tevdigere. Gelo kesekî hatiya tayînkirin çawa mîna partiyekê tevdigere? Li vir her kes dê mil bide milê hev. Îdir dê ji faşîzmê re bibe goristan.”    ‘EM Ê PAŞVGAVÊ NEAVÊJIN’    Mehmet Kurt jî biryar hatiye dayîn weke “plana hevpar a AKP-MHP’ê” nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku kirin darbe ye. Xwestin vîna gel xesp bikin. Nexweş tu sedemên din nînin. Ji sedî 90’î xelkê bajar ji Guneş hez dike û li dijî wan derhiqûqtî hat kirin. Xelkê îdirê dizane ka çi dike. Dixwazin sûcê xwe veşêrin. Mehmet Nûrî Guneş ji hêla kurd, azerî, terekeme û çerkesan ve tê hezkirin. Fêm kirin ku leşker û polîsên veguhestine bi têrî wan nakin. Lewma pêşî li namzetan girtin. Em ê heta dawiyê têbikoşin û paşvegavê neavêjîn.”    Mûsa Etrecî jî wiha bertek nîşan da: “Di vê biryarê de bi qasî misqalê jî ne hiqûq û ne jî wijdan heye. Dixwazin pêşî li ber îradeya gelên azerî û terekeme bigirin ku êdî ji vê pergala çetetiyê bêzar bûne û xwe dane gel DEM Partiyê. Ferq kirin ku dê winda bikin. Xelkê Îdirê di demên berê de jî bersiva pêwîst dabû van çeteyan. Dê careke din bersiva pêwîst bide. Bi kurd, azerî û terekemeyan dê xelkê Îdirê bi DEM Partiyê re be. Dê gelê me bersiva pêwîst bide.”    MA / Mehmet Aslan