Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade 2024-02-27 16:59:23   AMED - Di doza polîs Serdar Gok ku ji ber îşkenceya bikuçik a li dijî aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn tê darizandin de derket holê ku polîsê şahid di dozeke din a heman polîsî de jî şahidî kiriye û heman îfade daye.    Polîsan di 26’ê hezîrana 2020’an de bi ser mala aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn de girtin û bi kuçikan îşkence lê kirin. Piştî 11 rojên binçavkirinê, Çetîn hatibû girtin. Polîsê bi navê Serdar Gok ji ber vê îşkenceya li Çetîn kiribû ji sûcê “sivik birîndarkirinê” dihat darizandin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin.    Çetîn ku ji dosyayeke cuda girtî ye, parêzerên wê Ozum Vurgun û Gurbet Ozbey Oner di danişînê de amade bûn. Gelek aktîvîstên TJA’yê jî tev li danişînê bûn.    Di danişînê de li peywirdarê ewlehiyê yê sîteyê Gokhan Oral hate guhdarîkirin ku di dema lêgerînê de li wir amade bû. Oral, anî ziman ku di roja bûyerê de polîsan weke şahid bang li wî kirine, dîtiye ku Çetîn li ser çokên xwe hatibû rûniştandin, serê wê hatibû tewandin, ji pişt ve hatiye kelemçekirin û wisa birine. Oral, destnîşan kir ku piştre ew girtine hundir, ji bo tiştên şikestî û hwd. li odeyan hatiye gerandin lê nehiştine bikeve odeya Çetîn.    DI DU BÛYERAN DE JÎ HEM BERSÛC HEM ŞAHID HEM JÎ ÎFADE HEMAN IN    Polîsê şahid Adem Petek ji Êlihê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Petek, îdia kir ku li gorî usûlê li derî xistine, ji ber ku nehatiye vekirin piştre derî şikandine, kûçikên operasyonê şandine hundir, ji ber ku Çetîn hewl da bireve kuçikan êriş kiriye û lingê wê hatiye gezkirin. Petek, bi domdarî îdia kir ku ev kêlî bi qasî 8-10 saniyeyan dom kir û polîsan mudaxileyî kuçikan kiriye.    Parêzer Ozum Vurgun pirsa “Gelo te di çi dosyayên têkildarî êrişa bikuçik de îfade daye yan na?” ji Petek kir û wî jî got: “Di operasyonên wiha de cih digirim lewma dibe ku min dabe. Lê nayê bîra min.” Vurgun, dosyaya bersûc Serdar Gok a têkildarî êrişa bikuçik a li dijî Şeyhmûs Yilmaz û Menîce Yilmaz bi bîr xist û got: “Gelo dibe ku we dosya tevlihev kiribin? Gelo tu piştrastî ku îfadeyên we ji bo vê dosyayê ne?” Li ser vê yekê polîsê şahid got; “Belê ji bo vê dosyayê ye.”    Piştî îfadeyên şahidan, dozger ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest.    XWEST DOSYAYÊ BIŞÎNIN DADGEHA CEZAYÊN GIRAN    Parêzer Ozum Vurgun jî piştî mutalaayê parastina xwe kir û bal kişand ser Adem Petek ku di dosyayeke din a bersûc de jî şahidiyê dike. Vurgun, got ku Petek hewl dide hempîşeyê xwe biparêze. Vurgun, got ku dosya ne dosyaya “birîndarkirina sivik e” lê doza îşkenceyê ye û xwest ji Dadgeha Cezayên Giran re bê şandin. Di heman demê Vurgun anî ziman ku bersûc Gok sewalan weke çekekê bi kar tîne û divê biryar were dayîn ku êdî nêzî sewalan nebe.    ‘GEVA TECAWIZÊ LI MIN XWARIN’   Rojbîn Sevîl Çetîn jî pirsa “Gelo hûn dizanin bê ka şikandina rûmeta mirov tiştekî çawa ye?” ji şandeya dadgehê kir û wiha domand: “Bi postalên xwe hatin ser serê min, gefa ku dê destdirêjiyê li min bikin, guleyekî li ser ê min bixin û di kendalekê de biavêjin li min xwarin. Em ji bo ev tişt neqewimin têdikoşin. Em ji bo her kes birûmeta xwe bijî têdikoşin. Ev dosya doza îşkenceyê ye. Divê dadgeh biryara bêrayetiyê bide.”    HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Dadgehê daxwaza ku dosya ji dadgeha cezayên giran re were şandin û ya ku bersûc ji sewalan were dûrxistin red kilr. Dadgehê danişîna dozê taloqî 30’ê gulanê kir.