Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî 2024-02-28 11:32:59 ENQERE - 12 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, îşaret kirin ku tedawiya wan tê astengkirin û binpêkirinên mafên tenduristiyê yên dijîn vegot.  Jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin bi hinceta ku leşker nehatine gelek caran nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê randevuya girtiyan betal dibe û pêvajoya sewqê jinûve dest pê dike. Girtî ji bo kirariyên weke MR, tomografi, mamografî, endoskopî û kolonoskopiyê ji ber randevû di navbera 8 mehan û salekê tên dayîn li bendê dimînin. Dema leşker neyên jî randevu betal dibin û pêvajo jinûve dest pê dike. Girtî ji nexweşxaneya di nava kampusê de re jî tenê rojekê tên birin.    Gelek binpêkirinên mafan ên weke ferzkirina mûayeneya bikelemçe, di dema mûayeneyê de sekinîna leşkerên mêr a li hundir, ketina destî ya leşkeran ji çend pirsgirêkên ku girtî dijîn in. Pêkanînên cihekariyê yên bijîşkan û bêhestiyariya wan jî carna tedawiya bitendurist ji holê radikin.    Bandora krîza dermanan a li Tirkiyeyê tê jiyîn a herî mezin jî li girtîgehan dibe. Herî zû piştî hefteyekê derman tên anîn. Hin caran girtî bi mehan dermanên ku pereyan pê didin nabînin. Girtiyên mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin, pirsgirêkên jiyane vegotin.    GIRTIYAN VEGOTIN   Zerrîn Yilmaz: Nêzî 5 mehan e ji bo ultrasona guatrê disekinim. Hêj ez nebirime. Ne diyare ka min dê kengî bibin. Krema ku dermatolog havîna par nivîsand û got ku divê havînê bi kar bînim 6 meh şûnde an ku zivistanê hat. Niha jî dermana ku ji aliyê bijîşkê cerahî ve hate nivîsîn tevî ku 3 hefte derbas bûn jî hêj neanîne. Daxwaznameyên ji bo revîrê dinivîsim jî winda dibin.    Mûhabbet Kûrt: Ez beriya 14 mehan li Nexweşxaneya Kampusê çûm bijîşkê diranan. Hate diyarkirin ku ji bo 2 diranên min divê tedawiya qenalê were kirin. Lê 14 meh in hêj ez nebirime. Ev bû sedem ku 2 diranên min û hestiyê lama min zirarê bibîne. 4 meh in ji bo beşa cildiyeyê sewqa min hatiye çêkirin. Tevî ku bi dehan caran gotin dê min bibin jî hate betalkirin û ez nebirim.    NEXWEŞIYÊN WÊ LI GIRTÎGEHÊ DEST PÊ KIRIN    Mûkaddes Kûbîlay: Gelek nexweşiyên min di pêvajoya ku ez li girtîgehê hatim ragirtin dest pê kirin. Ji bo ku nehatim dermankirin an jî dereng hatim dermankirin nexweşî pêş ve çûn. Carna ji ber ferzkirina mûayaneya bi kelemçe û carna jî ji ber nêzîkatiyên bijîşk mafê min ê tenduristiyê hate astengkirin. Nexweşiyên min ên weke tansiyona bilind, migren, fitika piştê û stû û astimê hene. Ji bo fitika stû beriya 7-8 mehan biryara dest bi tedawiya fizîkê bikim hate dayîn. Lê piştî çend mehan ez bi awayekî birêkûpêk nebirim seansên hatin destpêkirin. Diviya bû ku 10 rojan bê navber min biribûna lê rojekê birin 9 rojan nebirin. Dîsa ji ber ez li nezareta sar hatim sekinandin rewşa min xerabtir bû. Ji ber vê yekê min nekarî seansan bidomînim. Ji ber 69 salî me divê li dijî rîska penceşêra memikan bi awayekî birêkûpêk mamografî û ultrasonê bikişînim lê randevûyan belavê demê dikin. Ji ber van astengiyan encam nayê girtin. Tevî van nexweşiyan hemûyan Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ku ji ber nexweşiyên min ez birimê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.    PÊKANÎNA WEKE ÎŞKENCEYÊ    Zeynep Han Bîngol: Gelek nexweşiyên weke helîna hestiyan, tansiyon, migren, nexweşiyê mîde, fitika pişt û stû, girêka li memikan, kirêçgirtina çokan hene. Ji bo girêka li memikan divê bi awayekî birêkûpêk mamografiyê bikişînim. Lê saleke li benda randevuyê me. Di pêkanîna anesteziyê ya ji ber pirsgirêkên mîde û rûviyan di dema kolonoskopî û endoskopiyê de rastî mûameleya nebaş a xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan hatim. Di dema mudaxileya stûrbûna dîwarê malzarokê de rastî pêkanîna peywîrdaran a weke îşkenceyê hatim. Di demên dawî de jî bi hinceta leşker nehatine me nabin nexweşxaneyê.    XETEREYA TEŞHÎSA DERENG   Rozerîn Kûrt: Li Beşa Dermatolojî ya ku ez ji bo tedawiyê çûm, ji ber israr û ferzkirina leşkerê mêr a mayîna li odeyê nikarîbûm bêm mûayenekirin. Ûltrasona ji bo guatr û girseya di memikê de û MR’ê ku ji aliyê bijîşk ve ji bo çavkaniya êşa stû tespît bike xwestiye bi mehane nayên kişandin. Ji serlêdanên me yên têkildarî mijarê re jî bersiva ‘tiştekî ku em bikin nîne leşker nayê’ tê dayîn.    DIBE KU ÇAVÊ XWE WINDA BIKE    Girtiya nexweşa giran Selver Yildirim: Êşa çavên min û windabûna dîtinê ya di çavên min de di sala 2014’an de destpêkir. Dema ez li Girtîgeha Elbistanê bûm, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê re sewqa min hate çêkirin. Ji ber ferzkirina mûayeneya bikelemçe bi mehan neçar mam bi paş ve vegerim. Teşhîsa pirsgirêka çavan 7 salan berdewam kir. Teşhîsa SSRC’yê (çizirana avê) danîn û heke ez hatibûma dermankirin dibe ku min qet pirsgirêka nedîtinê nekişandibûya. Lê niha ji sedî 85 windabûna dîtinê heye. Çavekî min jî qet nabîne. Ewilî piştî Zanîngeha Sutçu Îmam sewqî Dîlokê hatim kirin. Lê ji ber nêzîkatiya bijîşk û nexweşxaneyê tedawiya min nehate kirin. Herî dawî li Nexweşxaneya Bîlkentê tedawiya lazerê hate destpêkirin. Ji ber li vir jî tedawî bi awayekî birêkûpêk nehate kirin êşên min her tim zêde bûn. Mercek û berçava tavê ya ji aliyê bijîşk ve hatiye nivîsîn ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê dayîn. Şandeyê ji bo serlêdana me ya ji bo taloqkirina înfazê hate dayîn jî bersiva ‘ ji bo xetereya wê ya jiyanî nîne dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ku herî dawî ji bo mûayene bibim çûmê ji ber ferzkirina mûayeneya bikelemçe, ez mûayane nebûm.   ENCAM JÎ SEWQ JÎ NÎNE    Esra Sayektaş: Beriya sala nû ji ber prisgirêka xwe ya dil çûm revîrê. Ji bo ku min bav û apê xwe ji ber krîza dil winda kirin ji ber genetîkbûnê min xwest bidim kontrolkirin. Rojek pişt re li revîrê xwîn wergirtin. Piştî ku mehek bi ser re derbas bû ez dîsa çûm revîrê û min rewş pirsî. Ne encama tahlîlên xwînê ne jî sewqa kardiyolojiyê derket. Zêdetirî du mehan e li bendê me.    DERMANAN NAÎNIN   Pinar Tîkît: Ji sala 2023’yan ve ji ber kîstê di mejiyê min de bi awayekî periyodik têm dermankirin. Demekî dirêj e ji ber vê mijarê pirsgirêk nejiyan lê bi mehan e têkildarî kontrolan pirsgirêkan dijîm. Sewq an qet nayên kirin an jî piştî mehan tên kirin. Em bi heman ji bo sewqa nexweşxaneyê disekinin. Gelekî dereng dibin revîrê jî. Herî dawî piştî min ji rêveberiya girtîgehê re got nexweş im, sewqa min hate kirin. Dermanên ku bijîşk dinivîsin jî nayên anîn.    BI HINCETAN SEWQAN TALOQ DIKIN    Alev Yarar: Zêdetirî salekê ye têkildarî mafên xwe yên tenduristiyê problemên cidî dijîn. Tevî ku xwegihandina tenduristiyê mafekî bingehîne jî tê paşguhkirin. Pirsgirêkên min ên weke derengxistina tedawiyê, derengbirina nexweşxaneyê, agahdarnekirina têkildarî encamên xwînê û tenduristiyê pirsgirêkan dijîm. Saleke ji aliyê bijîşkê Norolojiyê ve MR hate xwestin lê hêj jî nehatiye kişandin. Ji serlêdana min a ji bo sedemê wê bizanim kir jî bersiva ‘gelek kes ji bo kişandina MR’ê disekinin’ hate dayîn. Beriya 3 mehan ez çûm Beşa Guh Difin û Qirikê. Ji aliyê bijîşk ve testek hate xwestin û sewqa min ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê ku ev test lê heye hate kirin lê ez hêj nebirime. 2 meh in sewqa min ji bo Beşa Cerahiyê Giştî hatiye kirin lê hêj ez nebirime. Ji serlêdanên min ên çima sewqên min ên nexweşxaneyê nayê kirin re jî bersiva ‘leşker nînin, nexweşxane qelebalix in, gelek kes li benda sewqa disekinin’ didin. Dermanên ku bi rêya revîrê dinivîsin jî nayên dayîn. Xwegihandina dermanan nîne.    SEWQA BILEZ PIŞTÎ 20 ROJAN    Zelal Bîlgîn: Ji ber enfeksiyona rêya mîzê min xwest biçim revîrê. Ji ber ku gardiyanan got li revîrê bijîşk tune ye min xwest biçin Beşa Lezgîn. Bêyî hincetekê nîşan bidin gotin nikarin bibin. 8 saetan min nekarî biçim bimîzim. Dema ez çûm jî bixwîn û binavber hat. Piştî ku janên min zêde bûn, me dîsa gardiyan agahdar kirin lê dîsa jî ez nebirim. Piştî 5 rojan hevaleke me birin revîrê, dema min ji wan pirsî ku çima ez nebirim gotin ku beriya 10 rojan tu derketiyê revîrê, ji bo hefteya bê derkevî jî divê tu dîsa daxwaznameyê binivîsin. Gelek caran daxwazname bi awayekî devkî jî nivîsandin lê nêzîkatiya wan wisa bû. 15 roj piştî nexweşiya xwe bi bandora serlêdan û giliyên xwe ez derxistim revîrê. Tevî ku bijîşkê revîrê biryara sewqa bilez da jî piştî 4 rojan ez birim. Niha jî bi mehan e li benda dora ultrasonê me. Piştî temenekê divê bi awayekî rûtîn hin kontrol bên kirin. Tevî ku dîroka randevûyên weke Mamografiyê tê jî dema leşker neyên nebin randevû betal dibin û piştî mehan dîsa roj tê dayîn. Bandora pergala tenduristiyê ya têkçûyî ya li hundir girantir e. An personelên ku karê xwe nakin hene an jî zêdetir nebaş bikin. Ez difikirim ku peywîra wan nebaşkirine û tu ji van pêkanînan ji polîtîkayên tecrîdê ne serbixwe ne. Heke rewşeke derveyî vê nebûya da serlêdanên me li ber çavan bên girtin û pirsgirêk hatibûya çareserkirin.    Ayla Akat Ata: Ji ber ku li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê koxûşa girtiyan a ji bo sewqkirina nîne, di tevahiya rojê de li rînga yek kesî ya yek metreçargoşeyî têm ragirtin. Bikaranîna rîngan a ji bo sewqan pirsgirêkeke mezin e. Dema em tedawiyên pêwîst neînin bîra wan kirariyên tetkîkan nayên kirin. An îlaç qet nayên anîn an jî zêdetirî wan yên weke wan in. Ji ber ku baş nêzîkî sewqên di nava kampusê de nabin bêyî ku kirariyek bê kirin dizivirin. Daxwaza derketina revîrê di demê xwe de nayê pêşwazîkirin. Sewqên weke MR’ê di dema xwe de nayên kirin. Sewqên diranan gelek dereng tên kirin. Gelek acizahiyên diranan jî ji ber dikevin estetîkê nayên mûayene û derman kirin.    Salver Îspîr: Ji ber ferzkirina mûyaneya bikelemçe li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ku sewqî wê hatim kirin, nehatim dermankirin.    MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê