ESP: Bila binçavkirî bên berdan 2024-02-28 14:37:47   EDENE - Rêxistina ESP’ê ya Edeneyê bertek nîşanî binçavkirina 12 ciwanên sosyalîst da û wiha got: “Me tu caran serî li ber êrişên faşîst netewand û dê netewînin. Em ê bi ser kevin, dê gelê me bi ser keve. Bila binçavkirî bên berdan.”    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Edeneyê têkildarî binçavkirina 12 rêveber û endamên ESP, Partîzan û SMF’ê yên li Îzmîr û Stenbolê li avahiya partiyê daxuyanî da. Rêveberên DEM Partî û Halkevleriyê jî piştgirî dan. Daxuyanî ji hêla rêveberê ESP’ê yê bajar Turan Demîrdag ve hat xwendin.    'EM Ê BI SER KEVIN, DÊ GELÊN ME BI SER KEVIN’   Demîrdag, da zanîn ku di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol û Îzmîrê de Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara, Endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Meliha Kayaci, Endama MYK’a SKM’ê û Meclisa Partiyê (PM) Ezgî Gurbuz, Hacer Elçîn, Endamê PM’a ESP’ê Ugur Ok, Alî Haydar Keleş, Endamê PM’a DEM Partiyê Sitki Gungor, Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê ETHA’yê û Endamê MYK’a ÎHD’ê Mehmet Acettîn, Xwediyê Îmtiyazê yê Weşanên Ceylanê Huseyîn Gultepe, Alî Karaçay, Mesût Gerçek û Mesut Çekî hatine binçavkirin. Demîrtag, wiha domand: “Di dema serdegirtinên malên hevseroka me ya giştî Ozlem Gumuştaş û Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara û ciwanên sosyalîst de rêhevalên me hatin derbkirin. Di îşkenceyê de serê endamê SGDF’ê Mazlum Ortaç hate şikandin. Her wiha deriyên mala Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu hate şikandin û wisa ketin hundir û lêgerîn kirin. Rejîma şeftiya faşîst ji tirsan nikare razê. Her hilbjartinek ji bo wan krîtîk e. Lewma bi lez û bez hewl dide bixe bin kontrola xwe. Di şexsê pêşengên sosyalîst de êrişî mewziyên berwedanê dike. Dixwaze bi girtin û binçavkirinan gefan bixwe. Ji hêrsa jinan ditirse. Di demekî ber bi 8’ê Adarê ve de hewl dide bêzar bike. Lê hewldanên vala ne. Me tu caran serî li ber êrişên faşîst ên faşîzmê serî netewand û dê netewînin. Em ê bi ser kevin, gelên me dê bi ser kevin. Bila binçavkirî bên berdan.”