ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-29 09:00:16   * Pirtûka bi navê “Şoreşgerekî dilovan - Reşo (Reşo: Yüreği Şefkat Dolu Bir Devrimci)” ku Gulistan Al a girtî ji bo birayê xwe Şiyar Al ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da nivîsî ye derket.    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî cezayê li Bûrak Ercan ê bi sûcdariya îstismara 43 zarokan li Cizîrê dihat darizandin hat birîn da û diyar kir ku tu hêviyên gel ji saziyên edaletê nîn e û got: "Dê ev doz bi vî rengî neyê girtin."   * Welatiyên ku ji şaredariya AKP'ê ya Agiriyê nerazî ne, ji bo çareserkirina pirsgirêkan îşaret bi DEM Partiyê dikin.    * Parêzer Berdan Acûn anî ziman ku biryara DMME ya sala 2014'an, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Ocalan bingehek hiqûqî ava kiriye û got ku ger derî ji bo aştiyê bê vekirin dê pirsgirêk bi sererastkirineke di hiqûqa navxweyî de çareser bibe.    * Welatiyên bertek nîşanî endamê AKP’î Îsmet Olmez ê xwezaya Colemêrgê talan dike û bi belavkirina pereyan dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve dan û wiha gotin: “Tu heya îro li ku derê bûy? Ev der keleha têkoşînê ye. Reng û partiya me diyar e.”   * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û gotin: "Berpirsê sereke yê tecrîdê CPT ye."   * Welatiyên Şirnexê bertek nîşanî veguhestina hilbijêran dan û wiha gotin: "AKP derewan dike, diz e. Em ê rê nedin ku AKP careke din vîna me desteser bike."   * Ji bo betalkirina planên îmarê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, li dadgeha îdareyê serlêdan hate kirin.     * Ji jinên Filistînî Nîdal Halef el-Nawasra ku îsal 8'ê Adarê di şert û mercên şerî de pêşwazî dikin, got: "Jin, ji bo ku jiyanê ji tunebûnê biafirînin, hema bêje li hember êşên xwe meydanê dikin."    * Ji parêzerên CÎSST'ê Ozge Akyuzê diyar kir ku girtîgeh ew navend in ku pergala baviksalarî lê kûrtir dibe û wiha got: "Pêwîst e ev qada ku nayê dîtin bê dîtin û bihîstin."   * Serdanên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê yên li Amedê dê bidomin. (09.30-15.00)   * 3’yemîn danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.30)   * Li gelek bajaran dê çalakiyên 8’ê Adarê bên lidarxistin. (10.00)   * 3’yemîn danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Êlihê bi gel re bê ba hev. (11.00-14.30) ZINDÎ   * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bidomin. (11.00-18.00)   * HDK dê têkildarî binçavkirina endamên ESP, Partîzan û SMF’ê li nvaenda giştî daxuyaniyê bide. (12.00)   * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan li Sancaktapeyê bi gel re bên gel hev. (16.00)       * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yê Stenbolê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan "Hevdîtina Stenbolê" li eywana dawetan a Labellayê ya li Okmeydaniyê li dar bixe.  (19.00)