Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne 2024-02-29 09:03:07   AGIRÎ - Welatiyên ku ji şaredariya AKP'ê ya Agiriyê nerazî ne, ji bo çareserkirina pirsgirêkan îşaret bi DEM Partiyê dikin.    Ji hilbijartinên herêmî re hindik ma. Ji bajarên ku encamên hilbijartinê tên meraqkirin yek jê jî Agirî ye. Şêniyên bajêr bertek nîşanî şaredarê AKP'î Savci Sayan ku piştî jib o parlementeriyê namzetî danî îstifa kir û rêveberiya wî. Lê di vê hilbijartinê de çav li DEM Partiyê ne. DEM Partî jî bi namzetên hevşaredariyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş xebatên xwe yên hilbijartinê yên li vir didomîne.    'ME DI DEMA DBP'Ê DE XIZMET DÎT'   Ji şêniyên bajêr Kadîr Çakir diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin namzetên DEM Partiyê. Çakir anî ziman ku sedema vê yekê "xizmet û çareserî" ye û got: "Berpirsyarê hemû neyînîyên li Agiriyê desthilata AKP'ê ye. AKP'ê 19 salan şaredarî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî 3 salan şaredariyê bi rê ve bir. Bi rastî jî DBP'ê wê heyamê gelek xizmet kir. Savci Sayan tiştê ku soz dabû bi cih neanî. Mirov li benda xizmetê ne. Bajarê me û rêyên me qirêjî ne û di nava çopê de mane. Sedema vê jî AKP ye. Ji ber ku yeqîn dikim dê DEM Partî vê yekê çareser bike, ez ê raya xwe bidim wê."   Yûsûf Tûtak diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û diyar kir ku namzetên ku ew ê dengê xwe bidin wan "namzetên dilpak û rast in." Tûtak got: "Xizmetên şaredarê AKP'ê yê niha diyar in. Tu xizmet ji bajêr re nekiriye. Ji ber ku namzetên AKP'ê bi rant, berjewendî û bertîlê re mijûl in. Êdî gel ji derewên AKP'ê têr bûye. Her kes dizane. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê tiştekî nekin jî qet nebe ji bo azadiya kurdan û zimanê wan têkoşîneke bêhempa didin."    'EZ Ê RAYA XWE NEDIM AKP'Ê'   Cengîz Taşdemîrê ku polîtîkayên aboriyê yên desthilatê rexne kir, diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin namzetên ku xizmetê ji bajêr re bike. Taşdemîr got: “Gelên li Agiriyê mirovên feqîr in. Mirov nikarin nan bibin malê. Em şaredarekî ku xizmeta vî welatî bike dixwazin. Ez ê dengê xwe nedim vê pergala ku mirovan ber bi xizaniyê ve dibe. Ji ber ku dema ez nikaribim nan bibim malê, hemû partî bi ser bikevin çi ye? Min hîn biryar nedaye ku ez ê dengê xwe bidim kê. Em ê li projeyên wan binêrin, ez zanibim dê kî xizmeytê bike ez ê raya xwe bidim wan. Lê şaredarê niha tu xizmetek ji vî bajarî re nekir. Berovajî vê yekê zêdetir zerar da. Em ê bêtir bi baldarî deng bidin da ku ev rewş dubare nebe."    Memdûh Tarhan got: "Partiya min DEM Partî ye. Ez di wê baweriyê de me ku Aras û Akkûş dê xizmetên baş bikin. Hazal Aras berê hevşaredara Giyadînê bû. Xizmetên pir baş pêşkêş kir. Pir zehmet e ku namzetê AKP'ê û partiyeke din li vir bi ser bikevin. Ji ber ku ji bilî DEM Partiyê partiyên din li pê rantê û nelirêtiyê ne. Ez hêvî dikim ku dê di 31'ê Adarê de li vî bajarî tiştên baş çêbibin."   Adem Kanat jî xizmetên QArasê yên li navçeya Giyadînê bi bîr xistin û got: "Em baweriya xwe bi DEM Partiyê tînin. Ji ber ku em dızanın bö politikaya DEM Partiyê berê çawa bajêr bi rê ve birine."    'EZ Ê RAYA XWE BIDIM PARTIYA KU ZIMANÊ MIN DIPARÊZE'   Resûl Bayhan diyar kir ku li welat krîzeke giran a aboriyê heye û got ku partiya ku dê ji pirsgirêkên li welêt re alternatîfekê peyda bike DEM Partî ye. Bayhan got: "Ez difikirim ku ev hilbijartin wê gelek bireqabet derbas bibe. Krîza aborî heye û ev rewş gelekî zextê li mirovan dike. Lê belê rewşeke bi vî rengî heye; desthilateke ku pereyan dide xwarin heye. Ez yeqîn dikim kue v dê di hilbijartinê de jî xwe bide der. Bawer nakim ku îradeya gel bi tevahî di sindoqan de derkeve. Pêwîst e dengê xwe bidin kesên ku dê xizmeta vî bajarî bikin. Em li projeyên namzedên şaredariyê dinêrin. Ez ê piştgiriyê bidim namzetên ku ziman û çanda min diparêzin."   MA / Hakan Yalçin