Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye 2024-02-29 09:22:40 ÊLIH - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û gotin: "Berpirsê sereke yê tecrîdê CPT ye."   Tecrîda giran a ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 36 meh in didome. Serlêdanên ji bo hevdîtinê têne kirin bêbersiv tên hiştin û li dijî vê nêzîkatiyê jî bertekên tên nişandan her ku diçe zêdetir dibin.   BERTEKA LI DIJÎ CPT’YÊ   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sadiye Yardim anî ziman ku ew naxwazin kesek bimire û wiha got: "Li Îmrayê û girtîgehan, di Nobetên Edaletê de û li gelek cihan têkoşîn berdewam dike. Tevahiya gelan ji bo şikandina tecrîdê li qadan in.”    Yardim destnîşan kir ku divê ji bo şikandina tecrîdê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Yardim, bertek nîşanî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da û wiha axivî: “Yek ji berpirsê sereke yê bêhiqûqiya li Îmraliyê CPT ye."    Dayika Aştiyê Horî Acar jî têkildarî xemsariya CPT’iyê ev tişt gotin: “Çend erdhej çêbûn, nexweşî çêbûn nehiştin bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin. Li 6 girtîgehan geriyan lê belê hewcehî pê nedîtin ku biçin Îmraliyê. Ev nêzîkatî rastiya CPT’yê û nêzîkatiya wê nîşan da. Heya ku tecrîd rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Armanca me ya sereke rakirina tecrîdê ye. Bila rojeva tecrîdê qûrbanî koltixan neye kirin.”    ‘TEKANE ROJEV TECRÎD E’   Dayikeke din a aştiyê Meyaser Akdag jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê tên domandin û anî ziman ku ew jî dê têkoşîna xwe bi heman daxwazê bidin meşandin. Akdag bertek nîşanî helwesta CPT’yê da û wiha pê de çû: “CPT kêrî çi karî tê? Naçe Îmraliyê. Wê çaxê ji tu ji ber çi hatî? Çend caran erdhej çêbûn? Demeke dirêj e ku agahî nayên girtin. Serlêdan hate kirin. Lê belê tê û  bêyî serdana vê derê bike, diçe. Tenduristiya birêz Ocalan di çi astê de ye gel mereq dike. Mifteyê çareseriyê li Îmraliyê ye. CPT bûye navenda bêhiqûqiyê.”   CPT ŞIRÎK E   Dayika Aştiyê Nûran Seçkîm jî da zanîn ku tekane rojava wan tecrîda li Îmraliyê berdewam dike ye û ev tişt gotin: “Armanca me ya sereke şikandina tecrîdê ye. Divê her kes li ser vê mijarê hûr bibe û divê ev mijar bibe mijara sereke.”    Seçkîn diyar kir ku CPT şirîkê vê bêhiqûqiyê ye û bi bîr xist ku berpirsê tiştên tên jiyîn CPT ye.    MA/ Fethî Balaman