Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin 2024-02-29 11:11:12   WAN - Tê payîn ku îfadeyên rojnameger Arîf Aslan, Oktay Candemîr û Lokman Gezgîn ku êv 3 roj in li Wanê binçavkirî ne îro bên girtin.    Di 27’ê sibatê de li Wanê bi ser malan de hate girtin û rojnameger Arîf Aslan, Oktay Candemîr û Lokman Gezgîn hatin binçavkirin. Biryara bisînorkirinê ya derheqê dosyaya rojnamegeran de didome. Tê payîn ku îro îfadeyên rojnamegeran a li emniyetê bên girtin. Parêzerên ku bi rojnamegeran re hevdîtin kirin dan zanîn ku têkildarî dosyayê tu agahî bi wan re nayên parvekirin.