Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan 2024-02-29 15:38:10   STENBOL/ÎZMÎR - Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên SMF, SKM, ESP û Partîzanê hate dayîn.    Li Stenbol û Îzmîrê binçavkirina endam û rêveberên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partîzanê ya di 27’ê sibatê de di serdegirtina malan de hate şermezar kirin.    STENBOL    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) li avahiya Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Stenbolê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Ji bilî namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî û Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, endamên HDK’ê, Kaldiraçê û Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re tev li civînê bûn.    Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu yê ewilî di civînê de axivî, diyar kir ku li dijî kesên azadî û wekheviyê daxwaz dikin êrişeke “faşîst” hatiye destpêkirin û wiha got: “Esas armanceke van operasyonan heye. Dema ev êriş di sala 2016’an de hatin destpêkirin bi armanca belavkirina têkoşîna birêxistinkirî hatibûn destpêkirin. Îro jî pêleke êrişan a nû heye.” Tumuklu destnîşan kir ku ew ê li dijî êrişên li ser beşên sosyalîst û çepgiran û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin têbikoşin.    ‘OPERASYONEKE SIYASÎ YE’    Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş a pişt re axivî, diyar kir ku endamê Meclisa DEM Partiyê Sitki Gungor ê piştî hate binçavkirin ji aliyê medyaya nêzî desthilatê ve hedef hate nîşandan û got: “Medyaya alîgir hevalê me Sitki Gungor darizand, lêpirsîn bi dawî kir û hikum kir. Bêyî ku derbarê wî de hikumek hebe ji aliyê medyaya alîgir ve weke ‘endamê rêxistinê ya derqanûnî’ hate îlankirin. Ev tişta qewimî operasyoneke siyasî ye. Em ê bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidominin. Ezgî Gurbuz û Sitki Gungor hevalên me yên di nava xebatên hilbijartinê de bûn. Ji ber vê yekê binçavkirin ji bo astengkirina xebatên me hatine kirin.”   Dû re endam SGDF’ê Mazlûm Ortaç ê dema binçavkirinê de polîsan tundî lê kir mafê axaftinê wergirt û got: “Ev îşkenceyeke sîstematîk e, di pêvajoyên beriya niha de li hevalên me hate kirin. Faşîzm hewl dide em bi van îşkenceyan çok deynin. Lê em serî li ber wan natewînin û dê têkoşîna ciwanên şoreşger a yekgirtî mezin bikin.”   ÎZMÎR    Rêxistina ESP’a Îzmîrê jî li ber avahiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Endama MYK’a SKM’ê Serpîl Topal a di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û 8’ê Adarê û got: “Sosyalîst tu caran teslîmî polîtîkayên dijminanê yên desthilata AKP’ê û MHP’ê nebûn û nebin jî. Em dixwazin desthilat bi taybetî vê bizane; bila tirsa wan zêde bibe. Ji ber ku em dest jê bernadin. Sedema binçavkirinên hatine kirin nivîsandine nameyan, şandina pereyan û çûyîna hevdîtinan e. Em ê destûr nedin ku hevalên me yên li hundir bên tecrîdkirin. Girtiyên şoreşger rûmeta vî welatî ne. Çûyîna hevdîtinê ya ji bo piştevaniyê ne sûc e.”