Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn 2024-02-29 16:46:20 NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di vekirinên buroyê yên li gelek navendan xebatên xwe yên hilbijartinê lezandin. Di vekirinên hatin kirin de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê hate dayîn.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekirin.    MÛŞ                 DEM Partiyê li navçeya Gimgim a Mûşê buroya hilbijartinê vekir. Beriya vekirinê buroya li ser Cadeya Mûşê bi alên partiyê hate xemilandin. Li ber buroya ku bi sedan welatî hatin bahev li ber dahol zirneyê govend hate gerandin. Endamên partiyê di ketina navçeyê de li benda parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û rêveberiya rêxistina bajêr ku dê tev li vekirinê bibin sekinîn.    Piştî hevdîtinê bi konvoyê tûr hate avêtin û hatin ber buroyê. Komeke endamên partiyê yên li ber Mizgefta Haci Kaya kom bûn jî bi meşê hatin cihê ku buro dê lê were vekirin.    ‘EM Ê QEYÛM BIŞÎNIN’    Namzeta Hevşaredariyê ya Gimgimê Gulbahar Kaya ya di vekirinê de axivî, wiha got: “Gelê Gimgimê bi salane vîna xwe deyne holê. Em vî qeyûmî qebûl nakin. Vîna vî gelî bi xwe dê qeyûman bişîne.” Namzetê din ê hevşaredariyê Giyasettîn Aydemîr jî anî ziman ku 7 sal in şaredarî di bin pergala qeyûm de ne û wiha axivî: “Vîna we bi darê zorê ji destê we hate wergirtin. Di her hilbijartinê de vîna gelê me zelal e. Ez bawer dikim ku dê di vê hilbijartinê de jî bi awayekî zelal vîna xwe deynin holê. Hûn ê dengê xwe bi awayekî xurt derxînin. Em ê van qeyûman bişînin. Em ê ji van pergala qeyûman re bêjin na.”   ‘EM Ê JI KESÊN KU KURDÎ ÎNKAR DIKIN RE BIBIN BERSIV’    Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz a bi silavkirina girseyê dest bi axaftina xwe kir, îşaret bi hilbijartinên herêmî yên ku 31’ê adarê bên kirin, kir û  anî ziman ku divê bi awayekî xurt tev li xebatên hilbijartinê bibin. Boz Meşa Azadiyê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin bi bîr xist û got: “Gelê Gimgimê çawa ku xwedî li Meşa Azadiyê derket dê di heman demê de xwedî li vîna xwe jî derkeve. Em ê li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinan qezenc bikin û ji qeyûman re bibin bersiv. Em ê di vê hilbijartinê de ji kesên kurdî înkar dikin re bibin bersiv. Ev rêya me rêyeke birûmet û pîroz e. Em ê dest ji rêya xwe bernedin.”   Vekirina buroyê bi tilîlî, çepik û stranan hate vekirin. Vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.    BEDLÎS   Rêxistina DEM Partiyê ya Elcewaz a Bedlîsê li navenda navçeyê buroya hilbijartinê vekir. Dora buroya hilbijartinê bi flamayên DEM Partiyê hate xemilandin. Namzetên hevşaredariyê yên Elcewazê Dîlek Akdag û Cesîm Tusun û Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan tev li bûn.    ‘EM Ê TIŞTÊN AYDÊ GEL LI GEL VEGERÎNIN’   Ji namzetan Dîlek Akdag anî ziman ku dê navçeyê tevî gel birêve bibin û wiha got: “Em ê meclisên gund û taxan û kooperatîfan ava bikin. Em ê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re ji vê çerxê re bibêjin bes e. Em ê rê nedin wan kesên navçeya me mîna şîrketa malbatê birêve dibin. Em ê tiştên aydê gel dîsa li gel vegerînin.”    ‘EM DIXWAZIN BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’   Namzet Cesîm Tusun jî da zanîn ku dê cihêkariyê nekin û Elcewazê bi hev re birêve bibin. Bi domdarî Tusun ev tişt anî ziman: “Partiyên din navçeya me veguherandin dojehê. Banga me ji bo her kesên pêşeroja zarok û ciwanên xwe difikirin ew e ku dengê xwe bidin me. Ev der veguherandine cihê rant û nelirêtiyê. Ji bilî talan, deyn û firotinê tu tiştek ji bo xelkê navçeyê nekirine.”    ‘WE ÇIMA DI 22 SALAN DE XIZMET NEKIR?’    Parlamenter Huseyîn Olan jî di axaftina xwe de wiha got: “Rêyên vê derê tije korik in. Gaza xwezayî heye lê li Elcewazê nîne. Dibêjin; ‘Serokê AKP’ê yê Bajar Elcewazî ye, dê xizmetê bîne Elcewazê.’ Ev 22 sal in partiya te îktîdar e û heta niha ji vî gelî re çiqas xizmet kiribe, dê serokê te jî ewqas xizmetê bike. Erdogan jî dibêje; ‘divê herêm û navend ji heman partiyê bin da ku xizmet biçe.’ Wê demê em jî dipirsin, ev xizmet di nava 22 salan de çima neçû? Divê mirov hesaba vê bipirse.”    ERZIROM   DEM Partiyê li Qereyazi ya Erziromê jî Buroya Hilbijartinê ya Jinan vekir. Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Erziromê û namzeta hevşaredariyê ya Qereyaziyê Bahar Goksu tev li vekirina buroyê bûn. Jinan eleqeyeke mezin nîşan dan. Parlamenter Varli di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Li pêşiya me hilbijartineke dîrokî heye. Me jî bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ starta 8’ê Adarê da. Em dibêjin em jî hene.”    Namzet Bahar Goksu jî got ku heke ew bibin yek û bi hev re tevbigerin dikarin bi ser kevin. Piştî axaftinan jî buro hate vekirin.    DÎLOK   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Ereban a Dîlokê buroya hilbijartinê vekir. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Dîlokê Selman Tutumlu, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Mehmet Bozgeyîk, rêveberên navçeyê û gelek welatî tev li vekirinê bûn. Girseya ku bi konvoyê hatî cihê vekirina buroyê, ji hêla jin û ciwanên cilên kurdî li xwe kirin û bi govendê hatin pêşwazîkirin.    Namzetê hevşaredariyê yê Erebanê Rifat Dagdelen got ku heta niha tu xizmet ji navçeyê re nehatine kirin û ev tişt anî ziman: “Em şaredarvaniyeke wekhev, durist û civakî dixwazin. Em ê vê pêk bînin.”    Namzetê hevşaredariyê yê Dîlokê Selman Tutumlu jî anî ziman ku dê destûrê nedin ku şaredarî veguherin navendên rant û nelirêtiyê. Piştî axaftinan, buroya hilbijartinê hate vekirin.    SÊRT   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DBP) Keskîn Bayindir, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Sêrtê kir. Bayindir ji hêla hevserokên DBP’ê yên Sêrtê Mûazzez Bûlga û Ferhat Başkûrt, hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Sêrtê Eşref Tekîn û Revşan Arslan, hevserokên navçeyên navendî ve li têketina bajêr hat pêşwazîkirin. Bayindir û şandeya ku ew pêşwazî kirin, derbasî avahiya navendê ya DBP’ê bûn û li wir bi rêveberên DBP û DEM Partiyê re hevdîtin kir. Bayindir û rêveberên partiyê ku li ser rewşa Sêrtê sohbet kirin, serdana şîna malbatekê kirin û piştre derbasî Rêya Guresê bûn. Bayindir, li wir jî serdana dikandaran kir û derbasî buroya hilbijartinê ya jinan bû.    Bayindir ku bi girseya pê re heta buroya hilbijartinê ya Şelaleyê dikandarên li ser Rêya Guresê silav kir, li buroya hilbijartinê ya Şelaleyê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bayindir li vir bi gel re govend gerand û kêliyên rengîn derketin holê.    ‘SIYASETA ME AŞITÎ, BIRATÎ Û AZADI YE’   Piştî gerandina govendê Bayindir axaftinek kurt ji girseyê re kir û ji girseyê re got ku ew dê bi pêşengtî û alikariya girseyê di hilbijartina 31’ê Adarê de serbikevin. Bayindir, da zanîn gelê me û gelê Sêrtê bi salane di bin zilma qeyûm ku vîna gel bin pê kiriye, de ye û diyar kir ku lê ew dê di hilbijartinê de van qeyûman bişînin Enqereyê. Bayindir, bi domdarî wiha got: “Bi alîkariya we em ê wan bişînin Enqereyê. Vî gelî li hember zilm û zordariyê ti caran serî netewandiye û ji niha pê ve jî natewîne. Em ê vê yekê di 31’ê Adarê de nîşanî dostê xwe jî dijminê xwe jî bidin. Em weke gelê kurd û dostên û hezkiriyên gelê kurd ku li Sêrtê gelê ereb jî heye, em hertim dibêjin siyaset û tevgera me aşitî, azadî û biratî ye. Em li vir ankû Sêrtê jî destê biratiyê, azadiyê û aşitiyê dirêjî herkesî dikin. Em dibêjin ku cihê we ev der e, keremkin werin û di nava siyaseta me de partiya me de cihê xwe bigirin ku em Sêrtê bikin baxçeyê gulan, gula Botanê û mizginiya biharê.”   ‘DÊ SERKEFTIN YA GELÊ KURD Û EREB BE’   Di berdewamiyê de Bayindir, bi bîr xist ku desthilat bi hemû hêz û derfetên dewletê di ser wan de diçe, lê nikare çok li wan daynin û nikare serê wan bitewîne. Bayindir, da zanîn ku ji ber vê yekê desthilat dest diavêje dek û dolaban û hîleyan û wiha dirêj kir: “Dîsa bi hezaran hilbijêr veguhestine Sêrtê ku dîsa vîna gel desteser bikin. Lê em vê yekê qebûl nakin û dê gelê Sêrtê di 31’ê adarê de zileyekî (tokat) wisa li we bixe ku feleka we şaş bibe. Ti wijdan û ti exlaq vê zilm û zordariyê qebûl nake. Şaredariya Sêrtê heqê gelê kurd û ereb e û dê serkeftin ya her du gelan be. Em bang dikin ku roj roja xebatê, kar e. Em talîbê dengên herkesî ne û deriyê me û dilê me ji herkesî re vekiriye. Divê em mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund bixebitin. Em li ser navê namzetên hevşaredariyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî jî soz didin ku bi hemû hêz û qaweta xwe ji bo gelê Sêrtê xizmet bikin.”   Piştî axaftina Bayindir, girse belav bû û dê Bayindir di saet 19’an de li Mala Şînê ya 99 Evlerê bi gel re bê ba hev.