Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû 2024-02-29 17:08:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari tev li nobeta li Êlihê bû û banga tevlibûna têkoşînê kir.  Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir.    ÊLIH    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 29’an de li avahiya DBP’a Bajar dom kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin serdana çalakiyê. Her wiha Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî hate serdanê.    Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Nûran Seçkîn got ku ew naxwazin mirin çêbibin û daxwaza aştiyê kir. Her wiha Seçkîn xwest tecrîd bê rakirin û kurd bibin yek.    Hatîmogûllari jî di serdanê de girîngiya têkoşîna dayikan vegot û got ku divê daxwazên gelê kurd bên bihîstin. Her wiha Hatîmogûllari anî ziman ku divê hêzên demokrasiyê ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.    Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin hatin berzkirin.    AMED    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi heman daxwazê li Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 87’an de li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan” û “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin" hatin vekirin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran stran hatin gotin.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 88’emîn de hate berdewam kirin. Di nobeta ku dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin de pişt re ji bo şoreşgerên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane mewlîd hate xwendin.    ÎZMÎR    Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 31’emîn de hate berdewam kirin. Nobeta îro ji aliyê Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Bayrakli û Karabaglarê hate dewr girtin.    Nobeta Edaletê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Karabaglarê berdewam dike, ji aliyê rêveberên DEM Partî û DBP’ê û nûnerên saziyên sivîl ên li bajar ve hate ziyaretkirin.    Di nobetê de peyamên ku girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ji çalakgerên Nobeta Edaletê re şandin hatin xwendin. Di nobetê de bertek nîşanî zextên ku li kurdan tên kirin hate dayîn û çîrokên li ser azadî û berxwedanê hatin vegotin.    Di Nobeta Edaletê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Bayrakliyê berdewam dike de jî malbatên girtiyan diyar kirin ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de neyê rakirin wê dest jê bernede.   Nobet bi stranên kurdî berdewam kir.    MÊRDÎN   Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatiye destpêkirin berdewam kir. Nobet, ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve li Qoserê hate domandin û gelek kes hatin serdanê. Di serdanê de stran hatin gotin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di nobetê perwerdeya zimanê kurdî dom kir û rojevên heyî hatin nirxandin. Her wiha çalakvana  li ser rêbeza domandina çalakiyê nîqaş kirin û rêyên çareseriyê nirxandin.    Ji Dayikên Aştiyê Fatma Bumîn got ku heta Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakiya xwe bidomînin û xwest girtiyên siyasî bên berdan. Bumîn, diyar kir ku ew naxwazin xwîn bê rijandin, ew aştiyê diparêzin û heta daxwazên wan pêk tên jî dê çalakiya xwe bidomînin.    Ji Dayikên Aştiyê Koçer Tokan jî ev tişt anî ziman: “Em ji bo Rêberiya xwe û xizmên xwe yên dîlgirtî daxwaza azadiyê dikin. Em naxwazin di bin zexta tu kesan de bijîn. Em wekhevî û mirovatiyê dixwazin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin dê çalakiya me bidome. Ji bilî yekitiyê tu rêyên din ên kurdan nînin. Çawa ku mijar dema dibe kurd tevahiya siyasetmedarên tirk dibin yek, divê kurdî jî bibin yek. Divê mirov ji ewil xwedî li gelê xwe derkeve. Wê demê her kes dê xwedî li me jî derkeve. Heke yekitî nebe, dê parçe parçe bibî û tune bibî. Em naxwazin xwîn bê rijandin û zirar bigihije tu kesî. Em Dayikên Aştiyê ne û daxwaza me însanetî û aştî ye.”