Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da 2024-02-29 17:18:36   RIHA - Zeynep Eren a 8 salî ku mîdîbusa polîsên çevîk tê bûn lê da jiyana xwe ji dest da.    Li Bûlwara Ataturk a li navçeya Halîliye ya navendî ya Rihayê mîdîbusa polîsên çevîk tê de bûn li Tûgba Eren (31) û biraziya wê Zeynep Erenê (9) xist. Di qezayê de Tûgba Eren bi awayekî sivik birîndar bû, biraziya wê Zeynep Eren jî bi giranî birîndar bû. Zaroka ku rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan tevî hemû mûdaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eren ji bo otopsiyê rakirin morga Miduriyeta Edlî Tiba Rihayê.