Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket 2024-02-29 22:19:55   ENQERE - Hevseroka DFG'ê û Edîtora MA'yê Dîcle Mûftûoglû li ber Girtîgeha Jinan a Sîncanê got: "Heta ku hevgirtin neyê zêdekirin, dê rojnameger bên girtin û zindankirin û dê mafê nûçewergirtinê yê gel bê astengkirin."    Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê derket. Mûftûoglû ji aliyê hevrêyên xwe, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Endama MYK'ê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ve hat pêşwazîkirin.   Mûftûoglû piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da û got: “Em di çarçoveya operasyona beriya hilbijartinê de hatin binçavkirin û girtin. Me wê rojê got ku ev binçavkirin û girtin ji bo ku em rastiyê nenivîsînin hatiye kirin. Ez dikarim bibêjim ku tam ji ber vê yekê ev bêhiqûqî 10 meh dom kir. Ji bo ku rastiyê veşêrin û nehêlin em binivîsin, 10 mehan em dîl girtin."   Muftyoglûyê destnîşan kir ku ew ê karê xwe bidomîne û bal kişand ser piştevaniya ji bo rojnamevanan û got: "Heta ku hevgirtin neyê zêdekirin, dê rojnameger bên girtin û zindankirin û dê mafê nûçewergirtinê yê gel bê astengkirin."