Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin 2024-03-01 10:13:18 ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît beriya Doza Kobanê ku dê rewşa girtinê lê were nirxandin wiha got: “Em bang li hemû gelan û jinan dikin. Werin em li dijî van bêhiqûqiyan dengê xwe bilind bikin, li rex hev bisekinin û deng û gotinên Gultan Kişanakê veguherînin her derê.”   Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît beriya danişîna Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin û dê rewşa girtinê lê were nirxandin, li pêşiya Girtîgeha Kampûsa Sîncanê daxuyaniyê dide. Ji bilî parlamenteran gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    ‘KIŞANAK FERDEKE TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YE’    Koçyîgît, diyar kir ku Doza Kobanê li dijî gelê kurd, jinên kurd û kesên wekheviya vî welatî dixwazin doza reşkirinê ye û wiha got: “Yek ji hevalên me ya ku rewşa wê ya girtinê dê were nirxandin jî namzeta me ya Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak. Gultan Kişanak ferdeke têkoşîna azadiyê ya jinan e, hevrê ya gelan, baweriyan û mazlûmên li vî welatî ye. Hemû jiyana xwe di vê têkoşînê de derbas kiriye. Em ji salên 1980’yan ve dibînin ku dewlet çawa ne demokrat e û serdestiye hiqûqê nîne. Ji pêvajoya darbeyê heta roja me ya îro rastiya ku ev welat her tim li dijî Kurdan, jinan û kesên guhertinê dixwazin bi rejîma Rewşa Awarte tê birêvebirin, di şexsê Gultan Kişanak de derdikeve holê. Em qala şoreşgereke jin ku di sala 1980’î de li Zîndana Amedê li dijî Esat Oktay Yildiran li ber xwe da û îro jî li ber xwe dide dikin. Em dizanin ku kesên dema Gultan Kişanak Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê bû ew binçavkirin û girtin û tevî ku dema wê ya girtinê 7 sal di ser re derbas bûye jî di navbera 4 dîwaran de hiştine; Ji doza Gultan Kişanakê ditirsin. Em dizanin ku ji sekin, gotin û çalakiya Gultan Kişanakê ditirsin. Wê her gotina xwe ji bo gelan ji bo jinan ji bo heq û heqîqetê got: “Ji ber vê yekê Gultan Kişanakê û hevalên me yên din weke dîl digirin.”   ‘NAMZETA PAYTEXTA TIRKIYEYÊ DI GIRTÎGEHÊ DE YE’    Koçyîgît, bi bîr xist ku Kişanak namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ye û ev tişt gotin: “Di holê de hilbijartineke demokratîk heye? Nîne. Hilbijartineke serbixwe û bêalî heye? Nîne. Ji xwe ev qet nebû, ji aliyê me ve jî qet nebû. Berdin bêalîbûn û serbixwebûna hilbijartinê em demekî dirêj e bi hevalên xwe yên di girtîgehan de ne bi rê diçin. Dema borî namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê kampanyaya xwe meşand. Îro jî namzeta paytexta Tirkiyeyê neçar dimîne kampanyaya xwe di girtîgehê de bimeşîne. Çima? Ji bo ku kurd e, demokrat e, jin e sosyalîst e. Ji bo ku li vî welatî li hemberî AKP’ê û feraseta tarî çok nedanî di hundir de kampanyaya xwe dimeşîne.”   ‘EM Ê DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’    Koçyîgît, destnîşan kir ku Kişanak namzeta jinan û gelan e û wiha berdewam kir: “Kişanak namzeta aştiya ku hewl tê dayîn li Tirkiyeyê bê fetisandin e. Bi gotinên wê ji bo ji Amedê heta Enqereyê û li çar aliyê Tirkiyeyê pirên aştiyê ava bike bi rê ketiye. Gultan Kişanakê li dijî kesên neçareserkirina meseleya kurd ferz dikin, diyar kir ku çareseriya demokratîk a meseleya kurd û aştî pêkan e û namzetbûna xwe ragihand. Em ê li dijî kesên ku dixwazin vî welatî bikişînin nava tarîtiyê li dijî kesên dixwazin welat mehkûmî şer bikin, li her derê dengê Gultanê bilind bikin. Girtîgeh têra dengê Gultanê nakin; ev deng dê li qadan, li kolanan, li kursiyan, li zanîngehan li kargehan li zeviyan bibe. Em ê weke hevrêyên wê û xwişkên wê em ê dengê Gultanê ne tenê li Enqereyê em ê bibin çar aliyê Tirkiyeyê li her kolan, tax û malê. Wezîfeya me ye ku em vîna wê ya aştiyê, ruhê wê yê têkoşer, yê azadîparêz û her gotina wê ji civakê re ragihînin.”   ‘EM LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ DENGÊ XWE BILIN BIKIN’    Koçyîgîtê, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hilbijartin ne adilane ye lê piçek hiqûq û edalet hebe divê Gultan Kişanak îro were berdan. Ji xwe dema girtinê ya 7 salan derbas bûye. Polîtîkaya dîl girtinê veguheriya îşkenceya ku azadiyê bisînor dike. Ji ber vê yekê em dixwazin Gultan Kişanak were berdan û kampanyaya xwe li der ve bi me re bimeşîne. Her roja ku Gultan Kişanak li hundir bê girtin bêhiqûqî û feraseta tarî kûrtir dibe. Em dibêjin ku divê hemû hevalên me azad bibin. Cihê Gultanê li rex jinan e, li rex gelan e û têkoşîn e. Em li rex berxwedana Gultanê ne. Gultan Kişanak rûmeta me ye, namzetbûna wê ji bo pêşiyê li ber aştiyê veke ye. Em bang li hemû gelan û jinan dikin. Werin em li dijî van bêhiqûqiyan dengê xwe derxînin û li rex hev bisekinin, em deng û gotina Gultan Kişanakê veguhêzin her derê.”   Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadΔ bi dawî bû, Koçyîgît û kesên pê re ji bo Doza Kobanê bişopînin derbasî eywana danişînê bûn.