Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt? 2024-03-01 12:25:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Cînayeta Dr. Abdûlkadîr Sabrî Toprak ê duh li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin, li Meclisê bû sedema nîqaşan. Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a ku ji sûîqestên siyasî yên tên kirin desthilata AKP’ê berpirsyar girt pirsa “We çima Toprak kuşt” kir.    Bijîşk Abdûlkadîr Sabrî Toprak ê duh saet di 15.30’an de li ber Restorana Dabeşan a li ser Cadeya 60 Mîtroyê ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe rastî êrişeke çekdarî hat, hate qetilkirin.    Êrişkarên ku Toprak ê ji ber sedemên siyasî beriya 12 salan îltîcayî Herêma Kurdistanê kir, qetil kirin hêj nehatine girtin.    Sûîqesta li dijî Toprak duh di dema hevdîtinên 8’emîn Paketa Darazê ya li Lijneya Giştî ya Meclisê berdewam dikir de bû sedema bertekan.    Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît bi wêneyê Toprak ê di destê wê de ji sûîqestên siyasî yên li Herêma Kurdistanê tên kirin dewleta tirk berpirsyar girt.    Koçyîgîtê di Meclisê de ev tişt gotin: “Doktor Abdûlkadîr Sabrî Toprak nêzî 12 sal in li Silêmaniyê dijî. Li nexweşxaneyeke taybet dixebitî, zewicî bû û bavê sê zarokan bû. Îro ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate qetilkirin û malbata wî ji vê êrişê rast e rast Tirkiyeyê berpirsyar dibîne. Ev li dijî kesên ji Tirkiyeyê çûne Silêmaniyê ne cînayeta ewil e, ne komkujiya ewil e, beriya niha jî gelek kesên ji komeleya karkeran a Mezopotamyayê, ji kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel dîsa li Silêmaniyê  ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin.    SILÊMANIYE KIRIN BAREGEHA MÎT’Ê   Em bang li feraseta ku Silêmaniye veguherandiye baregeheke MÎT’ê dikin; Kesên ku bi paketên darazê yên hûn derdixînin re nikarin li vir bimînin, li vir siyasetê bikin, nikarin mafê xwe yê demokratîk bikarbînin diçin Silêmaniyê û Hewlêrê. Hewl didin li wir ji xwe re jiyanekê ava bikin. Tenê ji bo ku li wir bi rêxistin dibin rastî sûîqestan tên.   ‘WE TOPRAK ÇIMA KUŞT?’   Em vê ji ku dizanin. Ji gotinên sefîr ên piştî cînayeta Nagîhan Akarsel dizanin. Çi digot? Digot kesên têkiliya wan bi PKK’ê re hene em ê qetil bikin. Hûn bêyî ku mirovan darizînin bi ÎHA û SÎHA’yan bombe dikin, bi tetîkkêşan bombe dikin. Em ji vir dipirsin; We çima Dr. Abdulkadîr Sabrî Toprak kuşt? Jiyîna li welatekî sûc e? Ji kerema xwe bersiva vê pirse bidin.”