Li Kelarê malek hate bombebaran kirin 2024-03-01 14:27:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelar a girêdayî Silêmaniyê malek hate bombebaran kirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; li navçeya Kelar a girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe li dijî malekê êrişeke hewayî hate kirin. Hate diyarkirin ku ne diyar e di êrişa ji aliyê Balafira Bêmirov û Biçek ve hate kirin de kesê jiyana xwe ji dest daye an na.    Hêzên ewlehiyê yên agahî dan Rojnewsê, dan zanîn ku mala hatiye bombebaran kirin ya sivîlan e û têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.