Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî 2024-03-01 15:38:47   STENBOL - Doza Ûgûr Kurt ê bi guleya polîs hatibû qetilkirin, jinûve hate dîtin û derbarê polîsê bersûc de tenê 2 sal û 6 meh ceza hate birîn.    Ûgûr Kurt di sala 2014’an de dema li semta Okmeydani ya Stenbolê ji bo tev li cenazeye xizmekî xwe bibe diçû Cemxaneya Okmeydaniyê, di encama guleberdana polîs Sezgîn K. de jiyana xwe ji dest da. Di doza derbarê bersûc Sezgîn K. de hatibû vekirin de 12 hezar û 100 lîre cezayê pere lê hatibû birîn. Hevjîna Kurt bi ser vê yekê bi riya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Dadgehê biryar da ku mafê jiyanê yê Kurt hatiye binpêkirin û biryar da ku bersûc ji nû ve were darizandin.   Di danişîna çarçoveya darizandina ji nû ve iro li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran hate lidarxistin de biryar derket. Polîs Sezgîn K. yê negirtî tê darizandin bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    Hevjîna Kurt, Narîn Kurt û parêzerên wê jî di danişînê de amade bûn. Dadgehê bi sûcdariya “Kuştina biqisûr” 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li polîsê bersûc birî.