Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket 2024-03-01 15:56:55   STENBOL - Endamê Meclisa DEM Partiyê Sitki Gungor ê di bin çavan de dema ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê îşkence lê hate kirin. Di encama îşkenceyê de destê Gungor ji cih derket.    Di 27’ê sibatê de di encama serdegirtinên malan ên li Stenbolê de endamên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partîzanê jî di nav de 14 kes hatin binçavkirin.   Hate zanîn ku dema endamê Meclisa Partiya Wekvehî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sitki Gungor ê di nav kesên di bin çavan de ye ji bo kontrola tenduristiyê birine nexweşxaneyê îşkence lê hatiye kirin.   Hate ragihandin ku destê Gungor ê bi hinceta di ketina nexweşxaneyê de dirûşm berzkirine hatiye derbkirin ji cih derketiye.    Beriya niha ji aliyê parêzerên Gungor ve hatibû parvekirin ku Gungor ê di serdegirtina malê de jî îşkence lê hatibû kirin bi pişt ve hatibû kelemçekirin.    Wergirtina îfadeyê ya Gungor û kesên din ên di bin çavan de li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê berdewam dike.