Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin 2024-03-01 16:08:04   AMED - Berdana Sedat Atsiz ê ev 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê tê ragirtin 3 mehan hate taloqkirin.    Sedat Atsiz ê 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê tê ragirtin, tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelas kiriye, berdana wî ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve hate astengkirin. Malbata Atsiz a ji Amedê çû Bolûyê, bêyî ku Atsiz bigirin vegeriya mala xwe.    Malbata duh çûbû hevdîtina Atsiz wiha got: “Dema ku em çûn hevditinê Sedat anî ziman ku wî dernexistine pêşberî lijneyê û tu biryar jê re nehatine ragihandin. Em îro çûn pêşiya girtigehê û em li rayedaran geriyan. Ji me re gotin ku berdana Atsiz 3 mehan hatiye taloqkirin. Dema ku me sedema neberdanê ji wan pirsî jî ji me re gotin, ‘Hincet nîn e. Rêgeza girtîgeha vê derê wiha ye.’”   Têkildarî mijarê em bi telefonê li girtîgehê geriyan û ji me re ev bersiv hate dayîn: “Ez nikarim têkildarî vê mijarê agahî bidim we.”   Atsiz di sala 1994’an de li Amedê hate binçavkirin. Atsiz di Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) de hate darizandin û bi hinceta “Yekitî û yekparbûna dewletê xerakirinê” cezayê muebetê lê hate birîn. Atsiz cezayê lê hatiye birin xelas kir.     Hat zanîn ku Atsiz dema di sala 2019’an de li Girtîgeha Amedê dihat ragirtin, krîza dil derbas kiriye û nexweşiyên wî yên prostat û gurçikan hene.