DEM Partî tax bi tax digere 2024-03-01 17:21:46   NAVENDA NÛÇEYAN – DEM Partî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro jî li gelek navendan hevdîtinên gel pêk anîn û buroyên hilbijartinê vekirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), îro jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek navendan çalakiyên cur bi cur li dar xistin.    DÎLOK    Namzetan li Dîlokê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin cem hev. Gelek kes beşdarî civîna ku li oteleke bajêr hat lidarxistin bûn. Di bernameyê de namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Dîlokê yên DEM Partiyê Ayfer Yilmazer û Selman Tûtûmlû axivîn. Tûtûmlû da zanîn ku desthilat bi "zîhniyeta tekparêz" herêmê bi rê ve dibe û got: "Em ê li dijî vê zîhniyeta tekparêz polîtîkayan bimeşînin. Em ê kreşên ku perwerdeya bi zimanê dayikê didin û li dijî îstîsmarê têbikoşin vekin. Em ê li dijî zewaca zarokan têbikoşin. Em ê li dijî tiryakê têbikoşin. Em ê meclisên jinan ava bikin.   ERZIROM    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qereçoban a Erziromê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan de buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Erziromê Gulderen Varli, namzeta Hevşariyê ya Qereçobanê Zelal Yîgît û endamên partiyê beşdarî vekirinê bûn. Di bernameyê de ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, jinan bi coş govend gerand.   Varli li ber buroya jinan a DEM Partiyê xîtabî jinan kir û silav ji Namzeta Hevşariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê re şand ku 7 sal in bi awayekî derhiqûqî dîl tê girtin. Varliyê got: “Gultan Kişanak 7 sal in bi awayekî derqanûnî dîl tê girtin. Jin li vî welatî xwedî îrade ne û tên paşguhkirin. Divê her kes bizane ger jin hebe jiyan jî heye."   Jinan dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin û Qerecobanê Zelal Yîgîtê jî gel silav kir.   Piştî vekirinê girse bi coş çû serdana buroya hilbijartinê.   BEDLÎS   DEM Partiyê li Xana Zilfoyê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Gelek kes beşdarî vekirinê bûn. Namzetên Hevşariyê yên Şaredariya Bedlîsê yên DEM Partiyê Farûk Îşlek û Sumeyye Kizilkaya û parlementer Huseyîn Olan jî beşdarî vekirinê bûn. Di merasîma vekirinê ya bi coş de welatiyan demeke dirêj govend gerand.   Ji namzetên DEM Partiyê Farûk Îşlek got: "Em ê texrînatên di 8 salên dawî de hatine kirin vebêjin. Bi rastî şaredarî talan kirin. Deynê şaredariyê her roj zêde dibe. Ev jî nîşan dide ku mal û milkên şaredariyê didin çend alîgiran."   WAN   Li Taxa Çîçeklî ya navçeya Artemêtanê ya Wanê buroya hilbijartinê hat vekirin. Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar jî beşdarî vekirinê bû. Di vekirinê de bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   DEM Partili Dindar, "Kayyımlara bu seçimde güçlü bir cevap vermemiz gerekiyor. Herkes bizim ne istediğimizi biliyor. 25 yıldır tecrit altında tutulan Kürt Halk Önderi Sayın Abdullah Öcalan üzerindeki tecridin son bulmasını istiyoruz. Sayın Öcalan bu halkın önderidir. Önceliğimiz Sayın Öcalan’ın fiziki özgürlüğünü sağlamak, sonra da kayyımı geldiği yere geri göndermektir” şeklinde konuştu.   Parlementerê DEM Partiyê Dîndar got: "Di vê hilbijartinê de divê em bersiveke tund bidin qeyûman. Her kes dizane em çi dixwazin. Em rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin dixwazin. Birêz Ocalan rêberê vî gelî ye. Armanca me azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e."   Namzetên Hevşaredariyê Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî jî kesên beşdarî çalakiyê bûn silav kirin.   RIHA    Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celaledîn Erkmen û namzetê Hevşaredariyê yê Eyyûbiyê Halîl Akbaş li navçeya Eyyûbiyê tevli xebatên hilbijartinê bûn. Namzetên hevşaredariyê dikandarên Koperatîfleran û firoşkarên wesayîtan ziyaret kirin. Paşê çûn Mezada Heywanan û li vir guh li gilî û pêşniyazên dikandaran kirin. Celaleddîn Erkmen destnîşan kir ku dê hemû derfetên şaredariyê ji bo gel bên seferberkirin û soza avakirina tesîsên modern da.   Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî li Serêkaniyê beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Namzetên Hevşaredarkandarên li Kolana Vîranşehîrê kirin.    Namzetên Hevşaredariyê yên Halîliyê Sema Ateş û Suphî Yilanci esnafên navçeya Silêmanî ziyaret kirin. Li navçeya Pirsûsê jî serdanên gel hatin kirin. Li Xelfetiyê jî serdana gundên Derto, Çakalan, Çevekan û Vahnayê hatin kirin. Li Curnê Reş jî namzetên hevşaredariyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, tevî parlementerê bajêr Omer Ocalan li navenda navçeyê serdana dikandaran kirin.