Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke 2024-03-01 19:44:12   SÊRT – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, li navçe û bajarokên Sêrtê bi gel re hat ba hev û serdana dikandaran kir. Bayindir di hevdîtinan de wiha got: “Ev çend sal in gelê Kurdistanê polîtîkayên qeyûm dibîne. Divê kesek vê zilmê û zordariyê qebûl neke.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li navçeyên û bajarokên Sêrtê bi gel re hate ba hev û serdana dikandaran kir. Bayindir û şandeya pê re li navçeya Xana Hawêl, bajarokên Comaniyê û Zoqeydê û navçeya Misircê ya Sêrtê kirin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevserokên DBP’ê yên Sêrtê Mûazzez Bûlga û Ferhat Başkûrt, hevserokên navend û navçeyên DEM Partiyê û nûnerên TUAY-DER’a Sêrtê di şandeya ku bi Bayindir re geriyan de cih girtin.   BAYINDIR LI BAJAROKAN BÛ   Bayindir ewilî li Xana Hawêl serdana buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê kir. Bayindir, li vir axaftinek kurt kir û da zanîn ku bihar hat, bihar ji bo wan nîşaneya serkeftinê ye. Bayindir, diyar kir ku divê ew di 31’ê adarê de qeyûmên ku darbeyek li dijî vîna gelê kurd e, bişînin.   Piştî navçeya Xana Hawêl, Bayindir derbasî bajarokên Comaniyê û Zoqeydê bû. Bayindir, li her dû bajarokan jî bi coş hate pêşwazîkirin. Bayindir, li vir jî axaftinek kir û da zanîn ku ew ê vê hilbijartinê mil bidin milê hev û serbikevin.    ‘SIYASETA WAN TENÊ DIZÎ Û TALAN E’   Herî dawî Bayindir, derbasî navçeya Misircê bû û li vir jî bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girse bi meş heta ber deriyê buroya hilbijartinê bû û li wir ji girseyê re axivî. Bayindir, diyar kir ku siyaseta wan siyaseta siyaseta aşitî, biratî û wekhevî ye. Bayindir, diyar kir ku deriyê wan ji bo herkesî  vekiriye û kesê dixwaze aşitî û biratî pêk bê, bila biçe partiya wan. Bayindir, bal kişand ser polîtîkayên qeyûm jî û wiha dirêj kir: “Em ê van qeyûmên xêrnexwaz ji bajarên xwe bişînin. Bi hîle, dek û dolaban jî nekarîn serî li gelê Mİsircê bitewînin û ew ti car nikarin me. Bi hezaran deng ji der ve anîne ku dixwazin vîna gelê Misircê desteser bikin. Lê hûn çi bikin jî gelê Misircê li hember we serî netewand, cok nedanî û nadane jî. Siyaseta wan tenê dizî, bertîl û talan e. Ev çend sal in gelê Kurdistanê polîtîkayên qeyûm dibîne. Divê kesek vê zilmê û zordariyê qebûl nake.”   Piştî axaftinê Bayindir û şandeyê serdana esnafan kir û bername bi dawî bû.