Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne 2024-03-02 13:09:07 ERZIROM - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li Qereyaziyê bang li hezaran kesan kir, wiha got: “29 roj man ku qeyûm bişînin. Em ê bi hev re piştî 29 rojan qeyûman bişînin lê em ê teqez hesaba nelirêtiyên ku qeyûman kirine jî bipirsin.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê tev li hevdîtina bi gel re ku partiya wî li navçeya Qereyazî ya Erziromê li dar xist bû. Bi hezaran kesên li ber buroya hilbijartinê hatin bahev, li ber muzîkên ji otobusa hilbijartinê hatine xistin govend gerandin. Pişt re namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Bahar Goksû û Fûat Tûtkûn axaftinek kirin.    Dû re Bakirhan axivî û got ku dê li Qereyaziyê bi rêjeyeke dengan a zêde dê şaredariyê qezenc bikin. Bakirhan, diyar kir ku bi gelê Qereyaziyê serbilind in û got: “Îro salvegera darbeya 2’yê Adarê ye. Em van darbeyan şermezar dikin. Ne darbeya 2’yê adarê ne yên beriya wê ne jî yên pişt re em nas nakin. Qereyaziyê her tim li dijî darbeya 2’yê adarê bi birina vîna xwe ya desthilatê bersiv daye. Çareserî darbe nîne, tayînkirina qeyûman nîne, daxwazên gelê me li ber çavan girtine. Sekna we ya mînak dê rojekê teqez Tirkiyeyê demokratîk bike. Em hevalên me yên weke vîna we hatin hilbijartin û pişt re şandin girtîgehê silav dikin. Bila ew mereq nekin, Qereyazî bêtir xwedî li doza xwe derdikeve. DEM bi hev re bûn û li dijî vê pergalê bersiva herî baş e. Li dijî pergala ku me tune dihesibîne têkoşîne. Divê hemû gelê me bi vê hestiyariyê tevbigere.”   ‘EM Ê QEYÛMAN DI SINDOQAN DE BIHÊLIN’    Bakirhan, da zanîn ku Qereyazî di xizaniyê de di nav navçeyên li Tirkiyeyê de ji serî ve di rêza 7’emîn de ye û wiha berdewam kir: “Kesên dibêjin li Kurdistanê xizanî nîne, bila nexşeya xizaniyê deynin ber xwe ji xwe nexşeya Kurdistanê hatiye xêzkirin. Li Qereyaziyê bijîşkên pispor nînin. Di sedsala 21’emîn de dibe ku li navçeyê pisporê welîdîna jinan nebe? Belê li cihekî ku kurd lê nebin nabe. Li pitikên me jî cihekariyê dikin. Em ê hesaba vê ji van bipirsin. Bijîşk nîne, derman biha ne, mirov li ser riya Erziromê can didin. Heke di tenduristiyê e şoreş ev be, bila serê we bixwe! Xizanî ne qedera Qereyaziyê ye. Em ê bi wergirtina şaredariyên xwe vê rewşê têk bibin. Bi berxwedan û hevgirtina li dijî vê pergalê em ê di 31’ê Adarê de di warê rêjeya dengan de di rêza yekemîn de cih bidin Qereyaziyê. Divê qeyûm û ev pergal ji we şerm bike. Em ê di 31’ê adarê de qeyûmî jî feraseta qeyûmî jî di sindoqan de bihêlin. Qeyûm, dizî, nelirêtî, rant û dijminê kurdan e. Ji şandina qeyûm re 29 roj man. Em ê bi hev re piştî 29 rojan qeyûman bişînin lê em ê teqez hesaba nelirêtiyên ku qeyûman kirine jî bipirsin.”     ‘HÛN NIKARIN RASTIYA KURDISTANÊ BIDIN GUHERTIN’     Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm ewilî êrişî zimanê we kir. Ka em ummet bûn, em xwişk û bira bûn? Li Japonyayê kurdî bê axaftin ev li dijî wê derdikevin. An ku dixwazin ku kurd li Qereyaziyê jî li Êlihê jî li Japonyayê jî bi kurdî neaxivin. Ji vê feraseta we re lanet be. Duh bijîşkekî ku ji vir neçar mabû koçî Silêmaniyê kiribûn qetil kirin. Kurd li ku derê be li wir komkujî heye. Ev hilbijartin ne hilbijartineke ji rêzê ye. Ev hilbijartin hilbijartina têkoşîna li dijî feraseta ku li Silêmaniyê kurdan dikuje, li Japonyayê li dijî axaftina bi kurdî derkeve ye. Em van êrişan şermezar dikin. Serokkomar ji erdnîgariya Kurdistanê ya hezar salan e heye re dibêje teroristan. Em jî dibêjin ku ew der ne teroristan, Kurdistan e, Kurdistan. Ne cînayetên we yên kiryarên ne diyar, ne jî cînayetên kontrayên we li wir dikin, rastiya Kurdistanê naguherîne.”   ‘EM Ê DERSEKE WISA BIDIN WAN KU…’    Bakirhan, diyar kir ku ji 32 şaredariyên ku dê qezenc bikin re hilbijêrên qeçax veguhestine û axftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ku nikarine we hilbijêran vediguhêzin. Ez we hişyar dikim; bila li ser her sindoqê 3 hevalên me hebin, em hevalên me yên li derve veguhêzin li ser sindoqan. Em ê vê carê derseke wiha bidin wan ku tu caran ji bîr nekin. Dem dema me ye.”