Li Bedlisê ji ber nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê DEM Partiyê Îşlek hat betalkirin 2024-03-02 14:20:52   BEDLÎS - YSK’ê li ser nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bedlîsê Faruk Îşlek betal kir.   Namzetê Hevşaredariyê yê Bedlîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Faruk Îşlek, bi hinceta ku “dest ji wezîfeya xwe bernedaye” li ser nerazîbûna AKP'ê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hate betal kirin.    Serokatiya navçeyê navendî ya AKP’ê di rojên derbasbûyi de ji bo namzetê hevşaredarîyê yê DEM Partiyê Îşlek û di heman demê de serlêdena ji bo endamtiya Meclîsa Navendî ya Bajêr Çetîn Gulmez û endamtiya Meclîsa Şaredariyê ya navçeyê ya Hakîm Kandore bê betalkirin serî YSK'a navçeyê da û YSK’ê namzetîya her 3 kesan betal kir. Piştî îtîraza DEM Partiyê YSK ji biryara xwe vekişiya.   WEKE SEDEM BERNEDANA DEST JI WEZÎFEYA XWE HATE NÎŞANDAN     Lê belê nûnerê AKP’ê yê di Lijneya Hilbijartinê ya Bilind de cih digire Recep Ozel careke din di 1'ê sibatê de serî li YSK’ê da, YSK’ê jî bi hinceta Îşlek di dema namzetiya xwe de dev ji wezîfeya endamtiya lijneya rêveberiya navçeyê bernedaye betalkir. YSK'ê namzetbûna endamên Meclisê yên din qebûl kir.    Ji ber ku pêşî li rêya îtîrazê hate girtin, DEM Partî divê heta 2'yê adarê roja şemiyê seat 17:00’an li dewsa Îşlek kesekî din weke namzet nîşan bide.