Wezîrê Parastinê Guler bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtîn pêk anî 2024-03-02 14:32:44   NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Parastinê Yaşar Guler bi Serokê Herêma Kurdîstana Federe Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.   Serokê Herêma Kurdîstana Federe Nêçîrvan Barzanî ku ji bo 3’yemîn Foruma Dîplomasiyê  ya Antalyayê (ADF) hat Tirkiyeyê û bi Wezîrê Parastinê Yaşar Guler re hevdîtin pêk anî. Agahiya derheqê hevtîdina wan de di rûpela fermî ya Wezîrê Parastinê de hat parvekirin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wezîrê Parastinê Yaşar Guler di 3’yemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) de bi Serokê Herêma Kurdîstana Federe Nêçîrvan Barzanî re hevtîna dualî pêk anî.”   Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdîstanê jî hevdîtin li ser parastina Rojhilata Navîn, pêşveçunên dawî û “gefa terorê” hatiye kirin. Hate diyarkirin ku bi hevdîtinê re di heman demê de li ser têkiliyên Tirkiyeyê, Irak û Herêma Kurdistanê ku çawa bê pêşxistin hatiye sekinandin.   Nêçîrvan Berzanî, duh jî bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî bû. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî amade bû.